Li Gevera ku zivistan lê dest pê kir banga piştevaniyê 2016-11-19 09:35:25 COLEMÊRG – Li Gevera ku di encama operasyona 79 rojan de bihezaran avahî hatin rûxandin, bi hatina zvistanê re welatî xebatên avakirinê dilezînin. Li navçeya ku derî û paceyên hatine şikandin bi naylonan û texteyan tawanên hatine rûxandin jî bi konan tên girtin, welatiyên ku malên xwe neterikandin wateya piştevaniyê dest nîşan kirin. Li Gevera Colemêrgê piştî qedexya derketina derve û operasyona ku 79 rojan domand, bihezaran avahiyên ku hatibûn rûxandin, bi sarbûna hewayê re xebatên tamîrkirina wan hatin elzandin. Li taxên wek Gungor, Cûmhûriyet, Dizê, Eskî Kişla û Ormanê ku herî zêde rûxandin xwe li dabû der bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê, ya ku bi biryara Wezareta Karên Hundurîn xebatên wê hatin rawestandin, Yekîtiya Şaredariyên Bakurê Rojhilat (GABB) û Şaredariya Geverê 900 avahî hatin tamîrkirin, derî û paceyên zêdeyî 150 malî jî hatin çêkirin. ‘BI ROJAN EM DI KONAN DE MAN’ Niştecihê Taxa Gungorê Hamît Kartal ê 45 salî diyar kir ku, dema ew piştî qedexeyê vegeriyan mala xwe mala wan hemû hatibû rûxandin û got, wan li baxçeyê malê kon vedaye. Kartal anî ziman ku bi piştevaniya ferdên malbatê wan mala xwe tamîr kiriye û wiha got: “Bi rojan em di konekî sar de man, lê dîsa jî me mala xwe ji nû ve ava kir. Niha ji sedî 95 malê temam bûye, lê hîn jî bi sedan mal li benda tamîrkirinê ne.” ‘BI PIŞTEVANIYÊ EM Ê JI DERHEQÊ VAN ROJAN DERÊN’ Kartal anî ziman ku, li Geverê zivistan dijwar derbas dibe û got, ew ji aliyekî ve jî jib o şewitandinê êzing û komirê depo dikin. Kartal wiha axivî: “Ji aliyekî ji bo zivistanê konserve tên çêkirin. Wê îsal li van deran berf zû bibare. Yanî li van deran zû dibare. Divê gel destê xwe bide destê gelê Geverê. Vê zivistanê gelek malên ku ser wan tune ne hene. Em ê bi piştevaniyê ji derheqê van rojan derkevin.” DI MALEKÊ DE 20 KES DIJÎN Îdrîs Kûşak (56) ê li Taxa Cûmhûriyetê dijî got, wan mala xwe ji binî ve ji nû ev ava kiriye. Kûşak anî ziman ku, li gel hemû bêderfetiyan jî wan perçe bi perçe mala xwe ava kiriye, lê belê hîn jî ceryana wê tune ye. Kûşak wiha got: “Em di maleke 5 odeyî de 20 kes dijîn. Ez û birayên xwe. Em her malek li odeyekê dimînin. Me ev mal bi hevdu re ava kir. Çimkî hemû malên din rûxandibûn.” Kûşak anî ziman ku, derfeta wan tune ye ku êzingan bikrin û wiha got: “Zivistana vir pir dijwar e. Tenê daxwaza me ew e ku, em ji bo zivistanê malekê çêbikin. Em ji bo wê tevdigerin.”