Firat Anli sewqî Xarpêtê kirin 2017-01-14 21:56:51 STENBOL - Hevşaredarê Şaredariya Baajrê Mezin a Amedê Firat Anli yê li Girtîgeha Kandirayê dihat ragirtin sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê hat kirin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ê piştî tayînkirina qeyûnê hat girtin ji Girtîgeha Kandirayê, sewqî Girtşgeha Tîpa E ya Xarpêtê hat kirin. Hat diyarkirin ku, vê sibehê Anli hatiye neqilkirin. Têkildarî rewşa neqilkirina ANli agahî bi dest neketin, lê hat zanîn ku piştî îro sibehê parêzer diçin hevdîtinê diyar dibe. Ji parêzeran neqlkirina muwekîlê wan a Xarpêtê hatiye kirin hat gotin û hat diyarkirin ku, ji ber ewlehiyê dê der barê sedama şandinê de agahî neyên dayîn.