Ji bo bêtir qezenç bikin şandin mirinê 2016-11-19 11:17:15 SÊRT - Rayedarên Şîrketa Kana Madena Sêrtê ya 3 meh berê dîsa hezan pêk hat, ji bo zerara şîrketê bigirin û bêtir qezenç bikin bêyî ku tedbîran bigirin karker bi şev û roj dan xebitandin. Hat zanîn ku pêlikên diviya bû bi kepçeyê bên vekirin bi dînamîtê hatin vekirin û derzên kanê bi axê hatin girtin. Di 17'ê Mijdarê saet di 20.30'an de li gundê Madenê yê navçeya Hewala Sêrtê Hezan pêk hatibû û 16 karker di bin hezanê de mabûn. Di hezanê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku kana madenê aydî şirketa Park Elektrîk a Koma Ciner a nêzî AKP'ê ye. Her çend Walîtiya Sêrtê diyar kir ku xebat bi lez didomin jî, hêj xebatên rizgarkirina 12 karkeran dest pê nekiriye. Walî diyar kir ku milyon metrekup ax şiqitiye û karker di bin axê de mane. Li gorî pîvana endezyaran jî 7 palye (pêpelok hilweşiya ye. Li gorî endezyaran ev nêzî 2 milyon metrekup ax e. Xebatên lêgerînê û vekirina rê berdewam dike. Duh gundî û xizmên karkeran çûne cihê bûyerê û di xebatên rizgarkirinê de cih digirin. Di bûyerê de 9 ajokarên kamyonê û 7 operatorê kepçeyê bi giştî 16 karker dibin hezanê de man. Ji 16 karkeran tenê cenazeyên 4 karkeran hatin derxistin. Karkerên bi navê Savaş Kizilkan û Murat Ant ji bin hezanê derxistin. Hêj karkerên bi navê Bedrî Çayli, Bakî Aydin, Mahmut Batumak, Nusret Beyazelma, Reşit Can, Halil Başer, Kerem Arat, Sedat Bulut, Şefik Tuncer, Îsmaîl Tekin, Îbrahim Kiliç, Alî Sonmezsoy û Yavuz Yildiz hêj li benda rizgarkirinê ne. Derket holê ku rayedarên şîrketa Kana Madenê ya ji bo xizara xwe bigirin û bêtir qezenç bikin tedbîr negirtine û karker bê sîgorta û ewle dane xebitandin. Hat zanîn ku 3 meh berê dîsa hezan pêk hatibû û derzên di kanê de vebûbûn bi axê hatibû dagirtin SEDEMA HEZANÊ ÇAVNEPARIYA QEZENCÊ YE Kana Madenê ku di 2004’an de hat vekirin 3 meh berê dîsa hezan pêk hatibû. Xebata paqijkirina Kanê 2 mehan berdewam kiribû. Ji ber xebata paqijkirina kanê qezenca şîrketê kêm bûbû. Hat zanîn ku rayedarên şîrketa kanê ji bo ser zerarê bigirin û qezenca xwe zêde bikin hefteyê 6 rojan di kanê de dinamit hatin teqandin û her roj gund di nava duxanê de hat hiştin. Karkeran diyar kirin ku dînamîtên hatin teqandin bû sedem ku hezan pêk bê. NE QAZA YE CÎNAYET E Karkerê Kanê yê 12 salin dixebite, diyar kir ku berê jî gelek caran qeza pêk hatin û wiha got: "Li vir tedbîr nehatin girtin. Ji karkeran Fatih Durak 2 hefte berê kevir bi ser serê wî de ket û jiyana xwe ji dest da." Karkerê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku heta niha gelek caran qeze pêk hat û wiha got: "Ji ber ku karkeran bi xwe tedbîrên xwe girtin gelek caran rizgar bûn. Lê rayedarên şîrketê bi armanca bêtir qezenç bike û bêtir hilberînê pêş bixe bêyî tedbîran bigire bêyî ewlehiyê karker xebitandin. Me gelek caran şefê kanê hişyar kirin. Lê midûrê personelan Mahir Yigit gelek caran gefa ku wan ji kar bavêje li wan xwar. YÊN DI BIN HEZANÊ DE MABÛN HIŞYAR KIRIBÛN Karkeran diyar kirin ku hefteyek berê palye (Pêpelok) vebû û derza wê mezin bû û wiha gotin: "Karkerên di bin hezanê de man derza pêpelokê Ji Midûrê Qadê Mehmet Oguz re gotin. Midûr hişyar kirin. Lê Oguz got 'Tiştek nabe. Em dê xebatên xwe berdewam bikin' Dema karkeran îtîraz kirin jî Oguz bi gotina 'Hûn nexebitin em dê we ji kar derxin' gef li wan xwarine. Şef û midûr ji bo bêtir têkevin çavên patron îtîrazên karkeran red kirin û gotin "Biçin giliyên xwe li walî bikin' û gef li karkeran xwarin. Karkeran destnişan kirin ku berpirsiyar Oguz e û wiha gotin: "Piştî hezan pêk hat reviya û xwe winda kir. Karkeran da zanîn ku 2 rojin tu agahî ji Oguz nayê girtin. Karkeran bilêv kirin ku dema karkeran midûr Oguz û Mahîr Yigit hişkar kirin, rastî gefan hat û Yigît karker darp kir. Dema bûyer pêk hat û welatî hatin ser kanê, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca jî duh çû cihê bûyerê. Lê leşkeran destûr neda ku Konca biçe cem malbatan. Piştî malbatan bertek nîşanî leşkeran da Konca çû cem malbatan û êşa malbatan parve kir. Lezgin Akdeniz / Mahmut Ruvanas - dihaber