Ji pêçekê heta niha 23 salin li kujerê bavê xwe digere 2017-01-15 09:02:46 AMED – Omer Onen jî wekî sedan welatiyên kurd di sala 1990'’an de li Çinarê hat binçavkirin û windakirin. Dema Onen hat windakirin keça wî Dêrsim Onen hîn 3 mehî bû û di pêçekê de bû. Onen a di 23 salên temenê xwe de her li aqûbeta bavê xwe dipirse, diyar kir ku kûjerên bavê wê JÎTEM, MÎT û cerdevan in. Oner, dest nîşan kir ku heta sax be dê hesab ji wan bipirse. Li Kurdistanê û metrepolên Tirkiye bi hezaran welatî û siyasetmedarên kurd ji aliyê leşker, polîs, cerdevan û JÎTEM'ê ve hatin binçavkirin û windakirin. Bi salane aqûbeta windayan nehatiye ronikirin. Bi salan e malbat her hefte aqûba xizmên xwe dipirsin. Yek ji van windayan jî Omer Onen ê ku di 14’ê çileya sala 1994’an de ji aliyê JÎTEM, MÎT û cerdevanan ve li Çinara Amedê hat windakirin e. Malbata Onen 23 sal in aqûbeta wî dipirsin. Lê hêj tu encam negirtine. ÇÎROKA DÊRSIMÊ RASTIYA ZAROKÊN KURD E Dema Onen hat binçavkirin u windakirin keça wî bi navê Mujda Onen ku bavê wê navê Dêrsim lê kiribû hêj 3 mehî di pêçekê bû. Dêrsim Onen bi qalkirina diya xwe fêrî windakirina bavê xwe bû. Dêrsim ji ber ku bavê xwe nedîtiye û gora bavê wê tune pir xemgîn e. Dêrsim jî di her çalakiya xizmên windayan de li gel dayika xwe li aqûbeta bavê xwe û windayan dipirse. Çîroka Dêrsim Onen jî wek ya bi hezaran zarokê kurd e. Dêrsim Onen a 23 salin aqûbeta bavê xwe dipirse di salvegera windakirina bavê xwe de ji dîhaberê re axivî. ‘EM NE BÊBAV LÊ EM BÊGOR MAN’ Onen destnîşan kir ku dema bavê wê hat windakirin ew 3 mehî bû û wiha got: “Hîn ez ji dinyayê bê haydar bûm. Ez di 3 mehiya xwe de rûqalî dastiya dijmin hatim. Ji bo min êşa giran ne mezinbûna bêbav e, êşa giran nedîtina hestiyê bavê min e. Ez ne bê bav im, lê ez bê gora bavê xwe me. Min jî dixwest ku îro gorek bavê min hebe û ez biçim ser gora wî bilorînim. Lê ev jî tune ye. Bila dijminê me zanibe ku bavê min tune be jî ez û neviyên wî hene. Em ê riya vê dozê bişopînin. Ez ê riya bavê xwe bişopînim. Tansû Çîler wê demê ev anî serê me, îro jî Erdogan tiştek din tîne serê me. Tişta herî bi êş û xemgîn nebûna kêlikek bavê min e." ‘XELATA BAVÊ MIN JÎ ZÊDE DÎTIN’ Onen, bilêv kir ku ji bo wê xelata bavê wê ya herî piroz navê Dêrsim ku li wê kiriye û wiha berdewam kir: “Bavê min navê xwişka min kir Bêrîvan û navê min jî kir Dêrsim. Lê dewleta tirk navên me di nasnameyê de nenivîsî û nexistin fermiyetê. Ez dê îsal ji bo navê Dêrsim di nasnameyê de bê nivîsandin serlêdan bikim. Daxwaz û xelata bavê xwe bînim cih. Heta ez saxbim ez ê vî navê bidim jiyîn.” ‘DÎMENÊ MIN Û ZAROKÊ FILISTÎNÊ WEK HEV E’ Onen mijara ku bê bav jî mezin bûye wiha şîrove kir: “Dema ez li dibistanê bûm, min bala xwe didayê hemû kesî bi destê bavê xwe digirt û dihat dibastanê. Çavê min jî li destgirtina hevalê min û bavê wan dima. Çend sal berê min di nûçeyekê de dît li Filistînê leşkerên Îsraîlê destê bav û zarokî wî ji hev dikir. Dema min li wê dîmenê nerî 5 saliya min hat bîra min. Wê demê leşkeran dixwest diya min bibin tabûrê. Min bi destê wê girtibû leşkeran destê min û diya min ji hev qatand. Ew dîmenê li Filistînê û yê min û dayika min wek hev bûn. Êşa ku îro Filistîn dikişine, lê me wan pêkanîn û êşê di salên 1990’î de kişand û dît. Dewleta Tirkiyê sed qatî ji Îsraîlê wêdetir pêkanînên kirêt û xerab aniye serê me kurdan. Bila îro dewleta tirk tiştên ku kiriye bibîne, paşê pêkanînên dewletên din rexne bike.” ‘KÛJERÊ BAVÊ MIN JÎTEM, MÎT Û CERDEVAN IN’ Onen diyar kir ku bavê wê bi hevkariya JÎTEM, MÎT û cerdevanan hat windakirin û wiha dawî li axaftinan xwe anî: “Bavê min ji aliyê JÎTEM’a Tansu Çîler ve hat revandin. Dixwazin bûyerê bixin situyê PKK'ê. Heke bavê min ji aliyê PKK’ê ve bihata qetilkirin û tevlî wan bibûya wê agahî ji me re bihata. Diyar e windakiriye. Dewleta tirk hêjî van pêkanînên xwe didomine. Bila buyerên faîlê wan ne diyar pêk neyên. Bila zarok bêbav û bêgor mezin nebin."