‘Ji her derê girtîgehê kêzik dibarin' 2017-01-15 09:03:48 MÊRSÎN - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya mêrsînê Prz. Ozgur Çaglar, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ava paqij nadin girtiyan û ji her derêgirtîgehê kêzik dibarin. Girtîgeh her roj bi binpêkirina mafên mirovan dikeve rojevê. Girtîgeha Tîpa C a Jinan yaTarsusê jî her dem bi binpêkirina mafên mirovan di rojevê de ye. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya mêrsînê Prz. Ozgur Çaglar, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ava paqij nadin girtiyan û ji her derêgirtîgehê kêzik dibarin. Çaglar, anî ziman ku li girtîgehê bi Aynur Gok re hevditin kiriye û wiha got: "Gok heta niha di 4 girtîgehên cuda yên jinan de maye. Gok anî ziman ku Girtîgeha Tarsusê ji “Kampên Nazi ne cudatir e û wiha çavdêriyên xwe parve kirin 'Avêtina firinê ji pêkanînên girtîgehê kêm maye. Li girtîgehê girtiyên di navbera 14 û 72 salî de dimînin. Mafê girtiyan ê name û telefonê ji destê wan hatiye girtin. Jinên ducanî rastî pêkanîn keyî tên. Ji mafê xwe yên tenduristiyê bêpar tên hiştin. Hurdir pir sare û ode nayên germkirin. Yên tên girtin rîska nexweşiya tuberkulozê tên.' Gok dîsa diyar kir ku li her derê kêzik dibarin. Ava paqij tune" Çaglar da zanîn ku girtîgeh bûye hêlîn û lûsa mişk û kêzikan û wiha axivî: "Piştî girtin û sewqên dawî li kawişa 45 kesan 100 girtî tên girtin. Mafên girtiyan ên paqijiyê ji destê wan hatiye girtin. Girtigeh li gorî jiyana mêr hatiye sazkirin. Di lêgerîna odeyan de gardiyanên mêr jî tev li lêgerînê dibin. Gardiyanên mêr heta diçin qadên taybet û lêgerîn pêk tînin. Dibêjin qada cemaweriyê ye û em bixwazin herin ku em dê biçin wir." GIRTÎ RASTÎ ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK TÊN Çaglar, da zanîn ku girtî rastî îşkenceya sîstematîk tên û wiha lêzê kir. "Her çend girtî hişyar dikin jî floransên salonan heta serê sibê pêxistî tên hiştin. Ev jî rêbazek îşkenceyê ye. Li gel hemû van pêkanînan girtî li dijî vê îşkenceyê di ber xwe didin. Her dem rastî cezayên cuta tên." Ruken Oruç a li Girtîgeha Tarsûsê bi Saadet Akin re hevdîtin pêk anî jî diyar kir ku girtî bi rêk û pêk rastî îşkenceya derûnî tên û wiha got: "Gelek girtiyan ji ber ku di meha kanûnê de zext şermezar kirin û silogan berz kirin rastî mehek cezayê hevdîtinê hatine. Oruç, da zanîn ku Akin diyar kiriye ku ger zext berdewam bikin dê girtî dernekevin hevdîtinê. Rayedarên girtîgehê jî bi hinceta berpirsiyar tune agahî nedan.