Parêzerê Ocalan: Şertên Ocalan têde mekanizmaya îmhayê ye 2017-01-15 10:09:53 WAN - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Asrînê Nevroz Uysal, li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku niha rewşa Ocalan têde ye mekanîzmaya îmhayê ye. Uysal, destnîşan kir ku parêzer 6 salin nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin parêzer di bin tecrida hiqûqê de ne. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Asrînê Nevroz Uysal, li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 18 salên girtîgehê axivî û diyar kir ku niha rewşa Ocalan têde ye mekanîzmaya îmhayê ye. Uysal, anî ziman ku parêzer 6 salin nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin û wiha got: "Li ser me parêzeran jî tecrîda hiqûqê heye. Di milê hiqûqê de em jî 6 salin di bin tecrîda hiqûqê de nin. Ji ber ku di milê parastinê de em nikarin tiştekî bikin. Dixwazin di milê hiqûqê de têkoşîna me bişkînin. 'DMME GOT ŞERTÊN ÎMRALIYÊ ŞERTÊN ÎŞKENCEYÊ YE' Uysal, bal kişand ser rapora Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya 2014'an û destnîşan kir ku DMME'ê der barê şertê muwekilê wan Ocalan ên li Îmraliyê de diyar kiriye ku Şertê li Îmraliyê şertê îşkenceyê ye û wiha axivî: "Ji ber ku hiqûqa Tirkiye nabe bersiv em serî li hiqûqa navneteweyî didin. Ji bo em di qada navneteweyî de encam bigirin me dest bi xebatên hiqûqî yên navneteweyî kiriye. Em bi riya Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyî (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dixwazin binpêkirina hiqûqê teşhîr bikin. Ji ber ku DMME di sala 2014'an de destnîşan kir ku şertên Îmraliyê şertê îşkenceyê ye û pêvajoya îzolasyonê wekî îşkenceyê bi nav kir." 'CPT REWŞA ÎMRALIYÊ NABÎNE' Uysal, helwesta CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê jî rexne kir û anî ziman ku li gel wan bi dehan caran serî li CPT daye jî encam bi dest nexistine û wiha got: "Di sala 2016'an de CPT rapor amade kir. Lê hêj encama wê raporê bi raya giştî re parve nekiriye. Armanc û xebatên CPT û Konseya Ewropa ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire. Karê welatên endamên Komîsyonê jî ewe ku li dijî îşkenceyê dengê xwe derxin. Li gel ku ji 2 mehan carekê em rapor didin jî CPT rewşa îmraliyê paşguh dike û rewşa Îmraliyê nabîne. Herî dawî di 28 û 29'ê Nîsana 2016'an de Girava Îmraliyê ziyaret kirin, lê heta niha encama wê raporê bi mere parve nekire. ‘TECRÎDA 18 SALAN MEKANZÎMAYA ÎMHAYÊ YE' Uysal, da zanîn ku şertên Ocalan ên tede şertê mekanîzyama îmhayê ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Şertê Ocalan ê 18 salan mekanizmaya îmhayê ye. Fikarên me yên der barê tenduristiya Ocalan de hêj didomin. Bi gotina Birêz Ocalan a 'Ez di pozisyona dîlê şer de têm girtin' Em dê şopandina vê pêvajoyê di milê hiqûqî de berdewam bikin. Tişta herî zêde tê vaşartin tenduristiya Birêz Ocalan e. Em heta niha negihiştine arşîva raporên tenduristiya wî. Têkoşîna me ya hiqûqi dê bidome. Armanca me em vê tecrida li ser Birêz Ocalan bişkînin. Ji ber ku Azadiya Ocalan xwedî wateyek gelek mezin e. Gelek pirsgirêkên mezin ên cîhanê ancak bi azadiya Birêz Ocalan çareser bibin. Birêz Ocalan diyar dike ku heta demokrasiyek rastîn pêş nekeve şexsê min azad nabe. Ji ber vê yekê demokratîkbûna cîhanê bi azadiya Ocalan pêkan e. Daxwaza kurdan û Ocalan çareseriya demokratîk û aştiyek bi rûmet e. "