Desteya Federaliyê: Biryarên ji Astana derkevin me eleqedar nekin 2017-01-15 11:25:13 NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, têkildarî civîna paytextê Kazagîstan Astanayê destnîşan kir ku çi biryarên ji civîna ew lê ne hazir bin wan eleqedar neke û ew ê xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstema Federal a demorkatîk bidomîne. Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî civînên li paytextê Kazagîstanê Astanayê pêk bê daxuyaniyek nivîskî weşan. Desteya rêveber helwesta Rûsya rexne kir û anî ziman ku şaşiyan dubare dike. Desteyê anî ziman ku hêzên doza mafên gelan û aştiyê dikin tên dûrxistin. Desteyê bibîr xist ku ew civîn bi ser nakeve û dê bi berxwedana xwe Pergala Federaliya demokratîk a Bakurê Sûriye ava bikin. Desteyê wiha cih da daxuyaniyê: "Tevî berxwedaniya mezin ku ji aliyê pêkhatyên Bakurê Sûriyê de hatine dayîn û di serî de gelê kurd û şerê ku li dijî komên terorist û tarî yên êrîşî herêmê kirine ji aliyê wan ve hatiye meşandin, heta niha ji civînên danûstendinên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê têne dûrxistin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyê û di serî de gelê kurd ji bo pêkanîna aştiya navxweyî û jiyana hevbeş gelek tekoşîna demorkatîk meşandine û nimûneya hemû Sûriyê pêk anîne. RÛSYA ŞAŞIYAN DUBARE DIKE Rûsiya şaştiyên xwe didomîne. Di civînên danûstendinê de tu projeyên çareserkirina giştî ji aloziya Sûriyê ne hatiye pêşniyarkirin. Hêzên demorkatîk û aştîxwaz beranberî razîkirina Tirkiyê û hêzên diberiya doza gelan dikin, dûr dixin. Di civîna Cinêv 1, Civnêv 2 û Civnêv 3 de heman şaştî hate meşandin. Niha jî û dema behsa civîna Astanayê tê kirin, heman şaştî ji aliyê Rûsiya ve tê kirin. NE BEŞDARDARBÛNA ME BINPÊKIRINA MAFÊ ME YE Em wekî pêkhateyên Sûriyê ji kurd, ereb, suryan, aşûr, turkman, ermen û herwekî din dibînin ku ne beşdarbûna me wekî hêzekê li ser maseya hevdîtinan, binpêkirina mafê me ye. Ji ber me bi berxwedan û hêza xwe gelek gavên dîrokî di asta siyasî, civakî û leşkerî de bi dest xistine. Ji hemû hêzan zêdetir mafê me heye ku em beşdarî civîna Asatana bibin. Di heman demê de Hêzên YPG, QSD û YPJ, hêzên ku beşek mezin ji Sûriyê ji çeteyan rizgar kirine. Ew hêza herî guncawe ku di çareserkirina siyasî de beşdar bibe. CIVÎNA ASTANA YA BÊYÎ ME BI SER NAKEVE Jiber vê yekê em wekî Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê radighînin ku civîna Astana wê wekî civînên beriya xwe biser nekeve. Biryarên ku ji civîna em tê de ne beşdarin derkevin, me eleqedar nake. Emê di berxwedana xwe ya li dijî hêzên tarî û teroristan biserkevin û em ê sîstema fedraliya demorkatîk a Bakurê Sûriyê ava bikin."