TEV-DEM li gundê azad bûne jiyanê xweş dike 2017-01-15 13:13:29 REQQA - Li qada ku ji 2 hezar û 144 metreqareyan pêk tê ya Reqqayê zêdeyî 130 gund rizgar bûn. Bi rizgarbûna gundan bar û berpirsiyariya TEV-DEM’ê jî zêdetir bû. Li qada ku nêzî 50 hezar mirov lê dijîn, ji ber şer mexdûriyeta mirovan jî zêde ye. TEV-DEM ji bo bêtir mirov mexdûr nebin, xebatên alîkariya zexîre, sotemenî û pêdiviyên sereke yên jiyanê berdewam dike. TEV-DEM, bi meclîsên ku li gund û qezebeyan ava kirine hewl dide jiyanê xweş û geş bike. Fermandariya Odeya Çalakiyên Xezaba Firatê ku di 10'ê Kanûna 2016'an de ji milê Qadiriye û Kerdoşan de dest bi operasyona Rizgarkirina Reqqayê kir didome. Hamleya duyemîn a operasyona rizgarkirinê di roja 36’an de didome. Operasyon bi paqijkirina rojavayê Reqqayê armanc dike ku bajar têxin bin dorpêçê. Di çarçoveya operasyonê de heta niha zêdeyî 130 gund û girên stratejîk hatin rizgarkirin. Hêza ku ji 2 hezar û 600 ciwanên Ereb, Suryanî, Kurd û ciwanên Reqqayî yên ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne pêk tên, di bin baneyê Şuheda El Rakka (Tugaya Şehîdên Reqqayê), Ehrar El Rakka (Tugaya Azadiya Reqqayê), SuwarTilEbyad (Şoreşgerên TilEbyad), Liwa El Tehrir (Tugaya Azadiyê), KetîbeîŞuheda El Fırat (Tabûra Şehîdên Firatê), KetîbeîŞehid El Cimo (Tabûra Şehîdên El Cimo), Meclîsa Leşkerên Suryanî, Eşîra Arap Şemar Ceyş El Senadid, Quveta Demokratîk a Suriye (QSD) û YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zor, Hêçêr Nuxbe (Hilbijartî), Teyyar El Xad(Tevgera Pêşerojê) û Suwar El Rakka (Şoreşgerên Reqqa) gund ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Niha alîkariya zexîre û jiyanê jî bi destê TEV-DEM'e digêje welatiyên gundan. '2 HEZAR Û 144 KİLOMETRE BI TEVAHÎ HAT PAQIJKIRIN' Du milê nû yên di 31'ê Kanûna 2016'an de ji Qada Eyn Îsa dest bi operasyona nû kirin, di 10'ê Çileya 2017'an de bi milê Qadiriye û Kerdoşanê re bûn yek û bi dehan gundên din ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Heta niha 2 hezar û 144 kilometreqare bi tevahî gund ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Hêzên Odeya Çalakiyên Xezaba Firatê li aliyekî gundan rizgar dikin, li aliyê din tevî TEV-DEM'ê piştgiriyê didin welatiyên gundan û bi hevre jiyanê geş dikin. Hewl didin ku pêdiviyên lezgîn yên welatiyan temîn bikin û çareser bikin. Piştî gund hatin rizgarkirin kar û barê TEV-DEM'ê girarntir û zêdetir bû. Ji ber sir û sermayê û ba û baranê pêdiviya welatiyan zêdetir e û karê TEV-DEM'ê girantir dibe. Em li gel Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Kobanê Ehmed Şêxo û Rêveberê Sirrîn ê TEV-DEM'ê yê Kantona Kobanê Ebdurrehman Demir ji Kobanê ber bi gundên hatin rizgarkirin ketin rê. Min li vir Rêvebera Sirrînê ya TEV-DEM'ê ya Kantona Kobanê Newroz Ciman ku xebatê milê jinê dimeşîne nas kir. JI BO GUNDAN CIHÊ MEZAT'E AVA DIKIN Di rêde plansazî tê niqaşkirin. Di rêwîtiyê de zêdebûna trafîkê balê dikişîne. Ehmed Şêxo, ziyareta min a berê bi gotinên “Berê gundî nikarîbûn ji gundê xwe derkevin. Qedexe bû. Niha ji bo bazara xwe diçin Minbic, Sirrîn û Kobanê." Dema em digêjin gundê Ebêdatê li vir em rastî mezatek gelek qelebaliq tên. Ehmed Şêxo, disa dibêje “Ji bo mirov dîsa wekî berê mezatê ava bikin me xebat kir. Niha her şemî gundên derdorê tên vê mezatê. Fêkî, ka, somemetî zexirê û hemû pêdiviyên din ji vir dikin. Her çarşem jî diçin Sirrînê. Roja pêncşemê jî dê li gundê Sêgolê mezat bê avakirin. Bi vî rengî bazirganî ji nûve dest pê dike û mirov pêdiviyên xwe temîn dikin." ‘2 FIRIN AÇTIK 2 TANE DAHA YOLDA’ Ebdurrehman Demir, her geçen gün özgürleştirilen alanların genişlemesiyle ihtiyaçların da arttığını belirterek, sözü devralıyor ve başlıyor anlatmaya: “Şu ana kadar 135 köy özgürleştirilmiş. Tahminlerimize göre 50 bin nüfusa tekabül ediyor. Bir taraftan savaş en şiddetli biçimiyle devam ederken, her gün bu insanların ekmeklerini karşılamak bile başlı başına bir problem. Ama biz herhangi bir aksaklığın yaşanmaması için şartlarımızı zorluyoruz. Özgürleştirilen Til Osman köyü ve Cirniye kabasında 2 fırın açtık. Ama şimdilik bu fırınlar ihtiyacı karşılamadığı için Kobanê, Şêran, Zerik ve Mezxene’deki fırınlardan da yardım alıyoruz. Yine Şemseddîn ve Mehmudlî’de de 2 fırın açma çalışmamız devam ediyor. Günlük her 4 kişi için bir rabıta (10) ekmek veriyoruz. Bu her gün 12 bin 500 rabıta ekmek demek.” ‘JI BO SOTEMENIYÊ EM MAZOTÊ BI ERZANÎ BELAV DIKIN' Rêvebera TEV-DEM'a Sirrînê Newroz Ciman jî diyar kir ku yek ji pêdiviyên lezgîn û zêde mazot e û wiha got: “Em her meh serê malê bîdanên ku ji 200-220 litreyan pêk tê mazotê didin. Ev nêzî 12 hezar lîrayê Sûriyê (87 TL) ye. Dîsa malbatên zeviyên wan hene li gorî pêdiviyên wan em mazotê belav dikin. Heta niha me 10 hezar tûpê gazê li gundên ku hatine rizgarkirin belav kir. Ev xebatên me bandorê li mirovan dikin. Mînak me nanê rabita yê bi 50-60 lira temîn dikir DAIŞ'ê bi 400 lira (2.89 TL) dida welatiyan. Bîdona mazotê ya bi 12 hezar lîra DAIŞ'ê 4 qat zêde difirot. Tûpê gazê yê bi 2 hezar û 200 lîra (8.61 TL) DAIŞ'ê bi 15-16 hezarî difirot. ‘RÛYÊN BI KEN HÊVÎYÊ DIDIN ME' Newroz Ciman ku her roj rewşa gel dipirse der barê xebat û hêza ji xebatê digire bi van gotinan anî ziman: "Em li gundan civînan dikin. Li gorî mezinbûna gundan komîteyên demborî ava dikin. Me li qesebaya Cirniyê du civînên bi coş û geş pêk anîn. Piştî vê civînê me şahiyek pêk anî. Gelê vir piştî 5 salan yekem car şahiyekê pêk tînie. Kêfxweşiya xwe bi mere parve dikin. Em dibînin ku rûyê gel ji nûve dikene. Ev kenê li rûyê wan hêvîyê dide me. 'JIN HÊJ TAM NIKARIN SERPÊHATIYÊN XWE BÊJIN' Newroz Ciman, têkildarî serpêhatiyên jinan jî wiha axivî: “Mînak me bihîst ku li vir jinên xweşik firotine emîrên DAIŞ'ê. Em dizanin ku hin malbatan zarokên xwe firotine. Dema em li gel welatiyan diaxivin em vê yekê dibihîzin. Lê gelek jê vê yekê nabêjin. Bi taybetî li cihê ku hêj zarokên wan di bin hukmê DAIŞ'ê de bin zêd qal nakin. Me serpêhatiyên jinên êzîdî ji wan re vegot. Me pirsa jinên êzîdî yên li vir hatine firotin pirsî. Lê her kes li vir zêde nêzî axaftinê nabin. Zêde van mijaran parve nakin. Lê em dizanin piştî demekê ev mijar tê tev bên axaftin û ronî bibin." LI FIRATÊ KONAQA NAZIR KÊYFA NARGİLÊ Di rêde li a liyekî em diaxivin, li aliyê din çavê min li tabelayên li ser rê ne. Me rêyek dirêj li pey xwe hiştiye. Piştî rêwîtiyek dirêj em gihiştin Gundê Heci Elî. Li vir em derbasî tenişta Çemê Firatê bûn. Li vir qonaxa ji keviran a sedsalî bala min dikişîne. Dema rêveberên TEV-DEM'ê di deriyê qonaxê de bi mezinên gund re di axivîn ez derbasî hundir bûm. Li hundir rastî xwediyê malê ku nargile dikişand û keyfa nargîlê dikir hatim. Min bi çend peyvên erebî pirsa wî kir. Wê jî bi çend peyvên kurdî pirsa min kir. Dema min got “Tu Nargilê dikişîne? Bi qerf û ken got “Bila DAIŞ nebihîze" dûxana wê dikişîne hundirê xwe û berdide derve. LI CIRNIYÊ ŞOPA DAIŞÊ WINDA DIBE Em pişt re ber bi Qesabaya Cirniyê ku berê em rastî tabelaya wê hatibûn ketin rê. Li kontara zinakekî biçûk hatiye avakirin. Ji nêzî 400 malan pêk tê. Tê gotin ku nêzî 50 gund girêdayî vê qesebayê ne. Li Cirniyeê ji 4 paran 3 parên wî dibistanê dixwînin û piraniya wan zanîngehê dixwînin. Li vir meclîsek hatiye avakirin. Di meclîsa vir de 5 jin cih digirin. Yek jê rêvebera Yekîtiya Jinên Sûriye ye. 4 jinên din jî mamoste ne. Di ketina qesebayê û li ser hin malan hêj nav û rengên DAIŞ'ê hêj heye. Tê gotin ku li qesebaya ku navenda zekatê hatibû avakirin bi darê zarê qezença mirovan rojane û mehane ji wan digirtin û kom dikirin. TEV -DEM ji bo şopa DAIŞ'ê paqij bike xebatên xwe berdewam dike û ber bi dawiya xebatan ve diçe. Wekî hemû gundên ku em têre derbas bûn li vir jî hemû zarokên ku seyareya me dibînin pêjiyên xwe yên serkeftinê bilind dikin û dibêjin “hurriye” Li vir jinên bi cilên rengîn û dikanek bê vitrin ku cilê jinan lê hatiye daliqandin balê dikişîne. RENGÊN CUDA SEDEMA CEZA YE Li gundên ku ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin her mirovî para xwe ji pêkanînên xerab ên DAIŞ'ê girtiye. Li gundê Girêdanê jinek ku hêj Sirrin di destê DAIŞ’ê de bû, dema zarokê xwe yê nexweş dibe Sırrînê destûrê ji DAIŞ'ê dixwaze. Di vê navberê de çilê wê yê binî yê rengîn tê dîtin. Endamên DAIŞ'ê wê li vir dixin nava lêpirsînê. Wê bi 80 hezar lirayê Sûriyê ceza dikin. Lê ew dibêje tenê 40 hezar lîra heye. DAIŞ zarokê wê ji destê wê digire û wê dîsa dişine gund. Dixwaze 40 hezar lirayê din bîne û piştre zarokê wê bide wê. Piştî ew jin dîsa diçe gund pere tîne zarokê xwe digire û vedigere gund. Welatiyên gund diyar dikin ku dema jin derdiketin derve hevserê wan rastî lêdanê dihatin. Em ji vir derdbasî gundê Hurriye dibin. Kolan û malên hatine bombekirin û xerakirin bala me dikişîne. Em ji vir derbasî gundê Kuliye, Sêvgir, Xirab Cehş, Karwan, Terge, Heddace û gelek gundên din ziyaret dikin. WELATIYÊN GUNDÊ MEHMUDLIYÊ JI BO EWLEHIYÊ DI ÇADIRAN DE DIMÎNIN' Em piştre diçin gundê Mehmudlîyê. Piştî ev gund hat rizgarkirin welatî ji bo ewlehiyê di kon û çadiran de dijîn. Welatiyan ji malên xwe çend alav û amûr kom kirine û li çadiran bi cih bûne. Li vir TEV-DEM mazot u hemû pêdiviyên jiyanê li welatiyan belav dike. Ji bo dîsa vegerin gund bi Fermandariya Odeya Xebaza Firatê re di nava têkiliyê dene. Li gelek gundan dema jinan kamera didît xwe paşve dikişandin. Lê li vî gundî jinan zarokên xwe dixistin hembêza xwe û dixwestin wêneyê wan bikişînin. Hin welatî jî ji bo xizmên wan wan bibînin wêne kişandin. GUNDÊ ŞETHA KU NÛ HATIYE RIZGARKIRIN Em ji vir jî derbasî gundê Şetha ku 2 roj berê hatiye rizgarkirin bûn. Em li vir dibînin ku ciwanên kund li qada tenişta gund bi gogê dilîzin. Jinên ku piştî gundê wan hat rizgarkirin û destê xwe hine kirin çay amade dikin. Li vir çay û şekir bi hevre dikelînin. Li şûna tûp paporê mazotê bikar tînin. Dema em pirsa "Tupê we tune?" dipirsin Bersîva 'Di serdema DAIŞ'ê de bi 15-16 hezaran difirotin' didin. Rêveberên TEV-DEM'ê bi lez nişe digirin û tûp dişinin gund. DIBISTAN JI NÛVE VEDIBIN Li vir piştî me çaya xwe ya şêrin vexwar zarokên gund diyar dikin ku demek dirêj ji dibistanên xwe dûr ketin. Ji rêveberê TEV-DEM'ê dipirsin ku dê dibistanên wan kengi vebe. Rêveber Ehmed Şêxo, ji gundiyan dipirse ku li gund mamote hene û dixwaze ku zarokên xwe kom bikin û dest bi dibistanê bikin û mizgîniya perwerdehiyê dide wehatiyan. Ehmed Şêxo diyar kir ku wan li qesebaya Cirniye û gundê Kuliye xebaten dibistanê qedandin û di şemiya pêş de dest bi perwerdehiyê dikin. Piştî roj çû ava em ji gundê Şehta vegeriyan. Em dibînin ku li vir ceyran tune û DAIŞê ceyranên gund tev qut kiriye. Welatî diyar dikin ku ev ne xem e. Welatî destnîşan dikin ku dê di demek nêzîk de Bendava Tabka rizgar bibe û û şev û roja wan tev dê ronî bibe. Abdurrahman Gok - Dihaber