Ji bo wan her der zanîngeh e 2017-01-15 18:55:40 ENQERE - Akademîsyen Sureyya Karacabey, a bi KHK'ê hat îxrackirin, di çarçoveya "Akademiya Kolanê" de dersa 3'emîn da. Karacabey, diyar kir ku li zanîngehê ji ber pol biçûk bûn hêjmara xwendekarê wê hindik bû, lê niha kolan fireh in û xwendekarê wê zêdetir bûye. Akademîsyên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin, dûrxistin û rastî lêpirsînê hatin di çarçoveya "Akademiya Kolanê" de li kolanê dersê didin. Akademîsyen Surreya Karacabey a ji peyvirê hat îxrackirin, li Parka Ahmet Arif a Dîkmenê dersa 3'emîn da. Karacabey, diyar kir ku li zanîngehê ji ber pol biçûk bûn hêjmara xwendekarê wê hindik bû, lê niha kolan fireh in û xwendekarê wê zêdetir bûye. Karacabey li vir dersa "Mudaxaleya Ekîp" vegot û rastî eleqeyek mezin hat. Li debreşê polê ji bîranînên Fîlmê Hababam Sınıfi a “Dibistan ne çar dîwar in, Dibistan her der e." nivîsandin. Karacabey diyar kir ku kolan ji bo wê nexerîb in, û berê jî li dervê polê ders taye. Karacabey, anî ziman ku vegotina dersê ya li vir cuda ye û wekî sîmgeyî li vir dersê didin. Karacabey, anî zimn ku piştî îxrac bû hefteyek wê li vir derbas dibe û li vir dersdayîna wê ji bo wê bû moral û wiha got: "Beş û pola me ya şano beşek biçûk e. Ji ber vê yekê hêjmara xwendekaran jî hindik in. Ez hatim vir qad û kolan fireh e. Ji ber vê yekê hêjmara xwendekaran jî zêd bû. Ders li vir rastî eleqeyek mezin hat. Ez li vir bêtir kêfxweş im. Xwendekara polê Merve Gulşah Akgun jî anî ziman ku ew dixwaze mamosteya wan demek berî demekê li pola xwe vegere û wiha got: "Mamosteya me li derve jî û li hundi jî wekî hev bi coş vedibêje. Em kengî bixwazin dikarin xwe bigînin wê û li wê guhdar bikin. Em dê li kolanan jî li malê î li dersa wê guhdar bikin."