MHP û AKP'ê pêşniyara Azadiya Çapemeniyê red kir 2017-01-15 19:06:08 ENQERE - AK Partî û MHP'ê pêşniyara Azadiya Çapemeniyê ya HDP'ê red kir. Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim di civîna li meclîsê de xwest tu kes ji ber fikrên xwe yên li hemberî nev neyên tawanbarkirin û wiha got: "Ji bo wîn raweste em amade ne bi her kesî re hevdîtin bikin. Yildirim têkildarî Azadiya Çapemeniyê pêşniyar da meclisê û xwest ev pêşniyar bê erêkirin. Li ser vê yekê Parlamenterê AK Partiyê Halil Erdemir li dijî pêşniyara HDP'ê ya Azadiya Çapemeniyê mafê axaftinê girt û diyar kir ku ev azadiya çapemeniyê dê bêtir dijminantiyê pêş bixe. Wekîlê CHP'ê Tuncay Ozkan, jî xwest pêşniyar bê erêkirin û wiha got: "Rojnameger ne kesê li gorî daxwaza we weşanê dike ye. Rojnameger kesê li pey heqîqetê direve ye. Piştî niqaşan pêşniyara HDP’ê ya Azadiya Çapemeniyê bi dengê AK Partî û MHP'ê hat redkirin.