Balafira Kargo ya Tirk ket: 37 mirin 2017-01-16 08:30:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Kargo ya Tirk ku sefera Hong Kong Bişkek dikir, li nêzî balafirgeha Manasê ket. Di qezayê de 5 murettabat, 32 welatiyên bajar bi giştî 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balafira Kargo ya Tirk a aydî Rêyên Hewayî ya ACT ku sefera Hong Kong Bişkek dikir, li nêzî balafirgeha Manasê ket. Di qezayê de şêniyên bajar jî di navde 32 kes mirin. Otorîteya Hewayî ya Kirgiz destnîşan kir ku balafir saet di 04.45'an de ketiye. Çavkaniya Otoriteya Hewayî ya Kirgiz anî ziman ku di balafirê de 5 personelên balafirê û 32 şêniyên bajar jiyana xwe ji dest daye. Ajansa Nûçeyan diyar kirin ku bi giştî 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.