Ji jiyana girtiyan bifikarin 2017-01-16 09:10:28 ERZIROM - Malbatên ku ji jiyana xizmên xwe yên li Girtîgeha Erziromê bifikarin, di dijî binpêkirinên mafan ên gihiştine asta herî jor serî li ÎHD’ê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ya ku bi binpêkirinên mafan her tim di rojeva de ye bi pêvajoya OHAL’ê binpêkirinên mafan gihişt asta herî jor. Hat diyarkitin li girtîgeha ku heta niha 100 girtiyên ku di nava wan de girtiyên nexweş jî hene sewqî girtîgehên din hatine kirin û bi ser kawişê girtiyan de tên girtin. Hat îdîakirin ku di dema serdegirtinan de gardiyan girtiyan derp dikin û heqaret li wan dikin. Malbat ji jiyana girtiyên ku destdanîne ser rojname, kovar, pirtûk, pênûs û amûrên wan ên taybet bifikarin. MALBATAN SERÎ LI ÎHD’Ê DAN Li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê malbatan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Erziromê dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin. Serokê ÎHD’ê ya Erziromê Medenî Aygul diyar kir ku bi pevajoya OHAL’ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine asta herî jor û wiha got: “Ne tenê li Erziromê, li herêma me û hemû Tirkiyeyê binpêkirinên mafan zêde bûne. Em ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma me bişopînin. Em ê li ser serlêdana malbatan tevbigerin. Di vê mijarê de çi bê kirin em ê bikin û em ê şopdarê bûyerê bin.”