Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat binçavkirin 2017-01-16 09:58:14 WAN - Hevşaredarê Bêgirê ya Wanê Mehmet Ali Tunç di serdegirtina Şaredariyê de hat binçavkirin. Hevşaredarê Bêgirê ya Wanê Mehmet Ali Tunç serê sibê dema hat avahiya Şaredariyê polîsan ew di serdegirtina şaredariyê de binçav kirin. Piştî polîsan Tunç li odeya wî binçavkirin û birin endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê bi çepikan binçavkirina Tunç şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Tunç, li maşîna polîsan suyar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bêgirê.