Tirsa li Reqqayê di radyoyê DAIŞ’ê yê bi tirkî weşanê dike de da der! 2017-01-16 10:10:00 REQQA - Şervanên ku yek bi yek gundan azad dikin gav bi gav nêzî Reqqayê dibin. Her ku şervan pêş ve diçin tirs û xofa li Reqayê jî zêde dibe. Di bernameyên radyoyê DAIŞ’ê yê bi navê Îzaatul Beyan ku li ser pêla 99.9 weşanê dike de jî ev yek xwe dide der. Di radyoyê ku bi zimanê tirkî, frensî, îngilîzî û erebî nûçeyan diweşîne de, stranên medhê xwekujan dikin têne weşandin. Di sohbetan de jî tê xwestin endamên wan ji şer nerevin. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, di xaka Reqqayê ku di binê kontrola DAIŞ’ê de ye gav bi gav pêşve diçin. Li gorî agahiyên ji nava bajarê Reqqayê tên û yên gundiyên Reqqayê parve dikin, DAIŞ, êdî di peydakirina endaman de zehmetiyan dikişinin. Bê moral in û gelek endamên wan ji şer direvin. Ji ber vê yekê jî di her fersendê de bangewaziyên cîhadê dikin. Dîsa piştî her nimêjê banga “tevlî şer bibin” li welatiyan tê kirin. DAIŞ’a ku her diçe qad lê teng dibe, di nûçeyên diweşîne de jî rewşa xwe dide der. Li derdora gundê Mehmûdlî ku çendek berê şervanên QSD’yê rizgar kiribûn, dema em di wesayitê de digeriyan rastî frekanseke radyoyê hatin. Radyoya DAIŞ’ê ku ji Reqqayê bi navê Îzaatul Beyan li ser pêla 99.9 weşan dike, bi weaz û stranan banga tevlîbûna şer li welatiyan dike. Her wiha di radyo de peyamên “Di riya Xwedê de şer bikin” bi ayet û hedîsan têne şîrove kirin û medhê êrîşên xwekuj tê kirin. Saet li 14.00’yan (bi saeta Suriyeyê) nûçeyên erebî dest pê kir. BI ÎNGILÎZÎ; FRENSÎ Û TIRKÎ WEŞAN Piştî nûçeyan azana esir hate xwendin û hem duayên berî limêjê hem jî yên piştî limêjê hatin vegotin. Di berdewamiyê de jî stranên “banga cîhadê” ku medhên xwekujan didin li pey hev bi van gotinan hatin weşandin: “Em li benda wene, ku dema hûn hatin em xwe biteqînin. Ger hûn neyên em ê werin û terora (îrhab) rasteqîn nîşanî we bidin. Ger laş bi ser xwînê jî bikevin em ê xaka di bin hukmê me de ye teslîmî we nekin.” Li gorî saeta Sûriyeyê saet li 15.00’yan heman nûçeyên erebî, bi zimanê îngilîzî, frensî û tirkî li pey hev hatin weşandin. Di nûçeyên ku diyar e deng hatiye qeyd kirin de, pêşkêşvan li gorî pênasekirina DAIŞ’ê ji “wîlayetên Nînova, Cezîre, Diyala, Firat, Reqqa, Selahaddîn, Helep, Kerkuk, Dîcle, Ambar û Dimeşq” nûçeyên şer ragihand. Pêşkêşvanê ku beriya her nûçeyeke şer gotina “Bi muvafaqiyeta Xwedayê Teala” bi kar dianî, piştî êrîşên DAIŞ’ê jî bi gotina “Em ji Xwedê hêvî dikin êrîşên birayên me bi îsabet bike û ji heqê murtedan (kesên ji dîn derketine) bê” vegot. Dema em gihiştin Mehmûdlî jî pêşkêşvan der barê şerê herêma Reqqayê de agahî parve kirin. Pêşkêşvanê DAIŞ’î ku bi tirkiyeke fesîh nûçe radigihand, bêyî navê QSD’yê û şervanên Odeya Çalakiyên Xezeba Firatê bide, gotina “murtedên PKK’yê” bi kar anî. Pêşkêşvan piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî gundê Bîr Huweym ragihand, wiha nûçeyên xwe domand: “Mewziyên PKK’yiyên murted yên li derdora gundê Buyûd bi çend topên hawanê hedef hatin girtin. Dîsa çend leşkerên xîlafetê bi çekên sivik û navîn, êrîşî gundên Cabera Şerqî û Cabera Xerbî ku di bin kontrola murtedên PKK’yê de ne û dikevine bakûrê bajarê Tabqayê kirin. Lê derbarê zirara encamê de agahiyên zelal nehatin girtin.” Di bin navê nûçeyên “Wîlayeta Helebê” de jî geşedanên li derdora Babê bi van gotinan hatin ragihandin: “Leşkerên Xîlafetê (DAIŞ) li ser hev di roja 7’emîn de jî êrîşên murtedên artêşa tirk û saawatan yên li gundê El Seflaniye ku dikeve bakûrrojhilatê bajarê Babê vala derxistin. Wesayiteke zirxî ya artêşa tirk a murted hate ruxandin. Hemd ji Xwedê re.” Di nûçeyan de windahiyên DAIŞ’ê qet nehatin vegotin. Tenê navê Ebû Basir û Ebû Caferê Daxistanî ku li Iraqê bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekuj pêk anîn hatin vegotin. Di dawiya bultena nûçeyan de careke din sernûçe hatin dubare kirin û weşan bi stranên cîhad, mezinkirina êrîşên xwekuj berdewam kir. Her wiha ayet, hedîs û maqaleyên cîhadê vedibêjin hatin dubarekirin. Dema wesayita me ji Reqqayê dûr diket û ber bi Sirrîn ve diçû, êdî sînyalên radyo jî zeîf dibûn. Herî dawî me ji waiz, gotinên di derbarê reva ji şer guhdar kir û wiha digot: “Leşkerên me destpêkê bi Xwedê îman tînin. Piştre jî di riya Xwedê de şer dikin. Tena serê xwe jî bimînin şer didomînin. Lewre Xwedê dibêje; ger tu di riya min de şer bikî piştî wê nefikire. Her şervanek dizane hevalên wî, narevin û wî bi tena serê xwe nahêlin.” Piştî van gotinan êdî sînyala radyoyê DAIŞ’ê nema. Abdurrahman Gok - dîhaber