Cenazeyê karkerekî din hat dîtin 2016-11-19 12:29:05 SÊRT - Di kana madenê ya Koma Cînerê ya Gundê Madena Sêrtê ku 16 karker di bin hezanê de man cenazeyê karkerê bi navê Mehmet Şefik Tuncer jî hat dîtin. Di 17'ê Mijdarê saet di 20.30'an de li gundê Madenê yê navçeya Hewala Sêrtê Hezan pêk hatibû û 16 karker di bin hezanê de mabûn. Di kana madenê ya aydî şirketa Park Elektrîk a Koma Ciner ku nêzî AKP'ê ye duh 4 cenaze hatibûn derxistin îro cenazeyekî din jî hat dîtin. Di lêkolînê de cenazeyê karker Mehmet Şefik Tuncer hat dîtin. Piştî cenazeyê Tuncer hat derxistin dayika wî Nafya Tuncer qrîz derbas kir. Heta niha cenazeyên 5 karkeran hat dîtin û hêj yê 11 karkeran di bin hezanê de ye. Xebat didomin.