Bi ser wargeha zanîngehê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin 2017-01-16 11:36:35 WAN - Polîsan di saetên serê sibê de li ser wargehên xwendekaran ên girêdayî Saziya Wargehan a Kredî ya Wanê de girtin û gelek xwendekar binçavkirin. Li Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi ser wargeha xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya girêdayî Saziya Wargehan a Krediyê de girtin û gelek xwendekar binçav kirin. Xwendekarên ku hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Bajar.