DÎB’ê ‘fatureya serokatiyê’ derxist û belav dike 2017-01-16 13:21:23 STENBOL - Koma “Em li virin li cem hevin” a Meclîsa DÎB’ê ya Kadikoyê, ji bo balê bikişînin binpêkirinên mafan ên piştî 7’ê Hezîranê tên jiyîn, belavokek bi navê “fatureya serokatiyê” amade kir, derî bi derî digerin û belav dikin. Koma “Em li virin li cem hevin” a Meclîsa Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) a Kadikoyê, belavokek bi navê “fatureya serokatiyê” amade kir û belav dike. Di belavoka ku wekî faturayê hatiye amadekirin de, cih dide binpêkirinên mafan ên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîran û OHAL hat îlankirin, berheviya hemû bûyerên hatine jiyîn. Faturayên hatine amadekirin li Kadikoyê dixin qutiyan postayê yên hemû malan. DÎB hedef dike ku belavoka ku bi navê “fatureya serokatiyê” ji sînorên navçeyê derxîne. CIH DAN BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN PIŞTÎ 7’Ê HEZÎRANÊ Di belavoka ku wekî fatureya abonetiyê li gel tê belavkirin de ev tişt hatin gotin: “Ev fatureya me hemûyane berdêla wê em ê hemû bidin. Ji dema OHAL hatiye îlankirin heta niha benzîn 45 TL zêde bûye, deynên derve zêde bûne, heqdestê kêm ji sedî 30 nirx winda kiriye, lîreya Tirk li dijî dolarê ji sedî 30 nirx windakiriye, 100 milyar Dolar veberhênan ji welat hatiye derxistin û di aboriyê de ji sedî 5 biçûkbûn çêbûye. Ji hezar û 500 zêdetir komele hatine girtin, 180 lijneyên weşanê hatine girtin, ji 2 hezar û 500’î zêdetir rojnameger bêkar mane, ji 90 hezarî zêdetir xebatkarên cemaweriyê hatine îxraçkirin, 4 hezar 400 akademîsyen hatine îxraçkirin, 450 hezar kesên bêkar ên nû derketine holê. Ji hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an heta niha qeyûm tayînî 30 şaredariyan hatiye kirin, 55 hevşaredar hatine girtin, 12 parlamenter û ji 100’î zêdetir rojnamenger hatine girtin. Ji 100’î zêdetir bûyerên bi çek hatin jiyîn û 33 êrîşên bombeyî pêk hatin. Ji hezar 500’î zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da. Komkirina giştî a KHK’ê: ji sedî 100 rejîma serokatiya fîîlî û OHAL.” ‘DÊ FATURA BIGIHE HEMÛ CIVAKÊ’ Li pişt belavoka faturayê jî wiha hatiye nivîsîn: “#Fatureya Serokatiyê, fatureya şer, krîza aborî, desthilatdarî, şîdet û bêhizuriyê ye. #Em bêjin na û em vê fatureyê nedin. Înîsiyatîfa kesî bigire û belav bike, fatureyê bide yekê din û bide belavkirin, bîne xwarê, çapkirin, belav bike, van daneyan li cihê kar, dibistan, vapurê, dolmuşê nîqaş bike: faturayê ligel xwe bigerîne û nîşan bide.” Endamên DÎB’ê ku kampanyayê li ser tora civakî didin meşandin, wêneyê faturayê kişandin û di tora civakî de bi etîketa “#BaşkanlığınFaturası” belav kirin.