Di doza Pasûrê de israra ‘dadgeha leşkerî’ 2017-01-16 14:24:43 ENQERE - Di doza Pasûrê ku 11 kes hatin qetilkirin de daxwaza şandina dadgeha leşkerî carek din hat dubarekirin. Parêzerên windayan li dijî daxwazê derketin û gotin: “Daxwaza dozger a doz şandina dadgeha leşkerî encama bêcezakirinê ye.” Li naçeya Pasûra Amedê di sala 1993’yan de 11 sivîl bi zorê hatin windakirin, 12’yemîn rûniştina dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Parêzer û bersûc Yavuz Erturk tevlî dozê bûn. Di rûniştina berê de heyeta dadgehê, derbarê rewşa binçavkirina Umît Taş ji Midûryeta Polîsan a Pasûrê nivîs xwetibû, midûryetê di nivîsa şandî de diyar kiribû ku kesek wiha di qeydên midûryetê de tune ye, li ser vê yekê parêzerên gilîkeran ev rewş îtîra kiribûn. Parêzerên gilîkeran gotin: “Qeydek wiha heye em vê nivîsê qebûl nakin.” Li ser vê yekê dozger di dirûşemeya beriya niha de, daxwaza xwe ya “Li gorî 12’yemîn madeya qanûna hêjmar 6722 a 14/07/2016’an di rojnameya fermî de hat weşandin ji ber pêwîstiya sûcên leşkerî divê biryara bêkariyê bê dayîn û doz ji dadgeha leşkerî re bê şandin” di mutalata berê de dubare kir. Li ser vê yekê parêzerê gilîdaran Erkan Esen mafê axaftinê girt û wiha got: “Bersûc gotibû operasyon bi fermana Serokatiya serpereştiya giştî hatiye pêkanîn. Em dixwazin bê lêkolînkirin ku operasyona leşkerî ya hatiye kirin di çarçoveya 11’emîn madeya qanûna hêjmar 5442 de hatiye kirin an na. Piştî ev mijar bi vî rengî hat lêkolînkirin divê biryar bê girtin.” ‘DERBARÊ MIROV Jİ HELÎKOPTERAN HATINE AVÊTIN DE AGAHÎ HENE’ Parêzer Muhterem Suren jî da zanîn ku dozyayên kiryar ne diyar ên li Arjantîn û Tirkiyeyê dişibin hev û wiha got: “Derbarê bersûc Yavuz Erturk de wekî di darbeya leşkerî a Arjantînê, agahiyên mirov ji helîkopterê avêtîne heye.” Piştre Yavuz Erturk û parêzerê wî diyarkirin ku ew tevlî mutalata dozger dibin. Piştre heyeta dadgehê biryara da ku ji Serokatiya Serpereştiya Giştî û Wezareta Karên Hundir ji bo bê zanîn ku operasyon di çarçoveya qanûna 5442’an de hatiye kirin an na nivîsekê bişîne û doz taloqî 25’ê Nîsana 2017’an kir. Piştî dozê parêzer Muhterem Suren ji dîhaberê re axivî û wiha got: “Ji bo leşkerên tevlî şerê li navçeyên kurdan bûne mertal tên dîtin. Bergeha vê berfirehtir bûye. Daxwaza dozger a doz şandina dadgeha leşkerî encama bêcezakirinê ye.”