'Emê şopandina dozê bidomînin' 2017-01-16 15:29:52 ENQERE - Înîsiyatifa Hrant Dînk a Enqereyê têkildarî 10'emîn salvegera cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink de diyar kir ku ev cînayet di bin kontrola dewletê de pek hatiye. Înîsiyatifa Hrant Dînk a Enqereyê têkildarî 10'emîn salvegera cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink daxuyanî bernameya bîranînê pêk anî. Bîranîn li Salona Yekîtiya Mulkiyeyan pêk hat. Di bernameya bîranînê de endam û rêveberên HDP, ÎHD, AKA-DER, Alinteri, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqeyê (ADOG), Komeleya Elewiyên Demokratîk, DAD, ESP, DHF, HDK, OSP, Komeleya Pir Sultan Abdal, Kalriraç û gelek kesên din amade bûn. Li Salonê pankartên “Em hemû Hrant in, Em hemû Ermenî ne" hat vekirin. Li vir Endamê Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê Mahmut Konuk, anî ziman ku îktîdarê zarok jî kirin qatil û hêj qatilê Dînk ronî kirin. Konuk, da zanîn ku bi îdîayên bê bingeh ji xala 301'an doz lê hat vekir û darizandin û ji ber ku Dink rastî nivîsand hedef hat nîşandan.