Îfadeya rojnamegeran tê girtin 2017-01-16 17:07:08 STENBOL - Rojnamegerên ku ev 23 rojin li Midûryeta Polîsan a Stenbolê têb girtin dest bi girtina îfadeyên wan hat kirin. Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Omer Çelîk û nûçegihanê wê Metîn Yoksdu, Midûra Berpirsyara Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okatan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Yolculukê Eray Sargin, edîtora beryê ya Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê rojaneya Bîrgunê ku ji 25’ê Kanûnê were li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên ragiritn dest bi girtina îfadeyên wan hat kirin. Li gorî agahiyên ji Parêzera Buroya Hiqûqa Bindestan (EHB) Gulhan Kaya hatine girtin, girtina îfadeya Derya Okatan ku ev 23 roje di greva birçîbûnê de ye destpêkiriye. Hêj ne diyare ku îfadeyên rojnamegerên din hatine girtin yan na. Parêzer Ozcan Kiliç ku di saetên nîvro de bi Omer Çelîk û Metîn Yoksu re hevdîtin pêk anî diyar kirin derbarê îfadegirtina wan de tiştek ji wan re ne hatiye ragihandin.