Garo Paylan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da 2017-01-16 17:13:36 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, têkildarî zordariya li Meclîsê lê hat kirin û cezayê lê hat birîn serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, li ser cezayê neheq ê lê hatiye birîn serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Paylan têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku roja 13'ê çileyê dema li ser xala 11'an a pêşniyara guhertina destûra bingehîn daxivî ji ber gotina 'qirkirinê' bi kar anî, axaftina wî hat birîn û wiha got: "Tevî ku beriya niha min gelek caran ev gotin bi kar anî bû jî, parlamenterên li Civata Giştî vê carê rabûn, gotin avêtin min û Cîgirê Serokê Meclîsê Ahmet Aydin jî bi rengekî vekirî helwesteke alîgir nîşan da û mafê min ê axaftinê ji destê min girt. Ev yek hem binpêkirina Qanûna Bingehîn e hem jî binpêkirina azadiay raman û destnedana mafê axaftina li Meclîsê ye. Cîgirê Serokê Meclîsê di heman demê de biryar da ku gotina 'qirkirinê' ji rapora li ser axaftinên li civata giştî were derxistin û ceza lê hat birîn ku 3 rûniştinên qanûndanînê nebe." Paylan ji bo betalkirina vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Serokatiya Meclîsê da.