Wekîl bi awayekî 'derqanûnî' hatine guhdarîkirin 2017-01-17 09:07:46 AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag destnîşan kir ku parlamenter bi bêriyî hatine guhdarîkirin û her wiha guhdarîkirina wan a bi biryara dadgerên ji peywirê hatine îxrackirin jî skandaleke huqûqî ye. Parêzer Mesut Beştaş jî got ku îdîayên dozger û dadger ku ji Tevgera Gulen hatine girtin, îdîayên der barê parlamenteran avêtine holê. Di îdianameya der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a bi daxwaza 103 sal cezayê girtîgehê hat amadekirin de, derketibû holê ku di Civîna Lijneya Giştî ya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li avahiya BDP'a Amedê ya di 14'ê Tîrmeha 2011'an de hat girtin de, axaftinên parlementeran ji aliyê polîsan ve hatine guhdarîkirin û hatine tomarkirin. Piştî di îdianameyê de guhdarîkirin derket holê, bû cihê nîqaşan. ‘EV NE CARA YEKEMÎN E' Ji parêzerên parlementeran Reyhan Yalçindag anî ziman ku, ne cara ewil e ku parlementer rastî guhdarîkirina derqanûnî tên û got, di operasyonên 2009'an ên di bin navê KCK'ê hatin lidarxistin de jî, ew wek huqûqnasan rastî rewşe wisa hatine. Yalçindag diyar kir ku, di doza KCK'ê de wan gelek kirariyên bi vî rengî dîtine û dest nîşan kir ku, derhuqûqî di girtenameyên rûniştinên dozan de jî xwe dane der. DOZGER OPERASYONÊN DERQANÛNÎ DOMANDINE Yalçindag anî ziman ku, di doza KCK'ê ya hîn didome de, parlementer hatine guhdarîkirin û ev ji aliyê dadwer û dozgerên ku ji ber endamtiya Tevgera Gulen hatine girtin pêk hatiye û wiha got: "Di 5'ê Çileyê de, Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK) ji Komîsyona Hewldana Derbeyê ya Meclîsê re nivîsek şand. Behsa raporeke mufetîşan tê kirin. Di rapora behsa wê tê kirin de, îfadeya 'Ji aliyê dozger û dadwerên endamê FETO'yê ve, pêvajoyên darazê yên li dijî kesên muxalifî wan' cih digire. Wek ji aliyê HSYK'yê ve hatiey diyarkirin, operayonên derqanûnî domiyane." ‘DOZ NAYÊ VEKIRIN, DOZGERÎ LÊPIRSÎNÊ BI RÊ VE NABE’ Yalçindag dest nîşan kir ku, operasyonên li dijî parlementerên HDP’ê pêk hatin dişibin operasyonên ku di bin navê KCK’ê de pêk hatin û wiha axivî: “Bi operasyonên li dijî parlementerên HDP’ê re, hat dîtin ku bê Tirkiye çi qas li dijî mewzûata wxe ya qanûnî ye û bê çi qas delîlên qedexe hebandiye. Guhdarîkirinên derqanûnî hîn tenê qismek derhuqûqiyê ye. Çimkî, di çarçoveya dosyeyan de em zaf rastî derhuqûqiyan tên û roj bi roj em bi amadekirina dosyeyan re xwe digihînin hûrguliyan.” Yalçindag balê kişand ser îdianameya der barê Parlementera HDP'î Aydoganê de hatiye amadekirin û wiha dest nîşan kir: "Diyar bû ku dê derhuqûqiya 7 sal berê hat kirin derkeve pêşberî me. Di serî de Lijneya Giştî ya Meclîsê, ji bo tu axaftinan der barê parlementeran doz nayê vekirin." ‘ÎDIANAMEYA BI DEH HEZARAN RÛPELÎ NE QANÛNÎ YE' Yalçindag guhdarîkirina parlementeran wek "Qetlîama huqûqî" nirxand û wiha got: "Têkildarî guhdarîkirinan, heke rewşeke li ser sûcî tune be ku rewşeke wisa li holê tune ye; berkesê vê der barê her yekî ji wan de çûyîneke heta 7 sal berê heye. Em dibînin ku li gel garabeteke huqûqî ya evqas cidî hîn jî dixwazin îktîdara xwe têkûz bikin û ji bo têkûzbûyînê wê dikin amûr. Yên niha ne parlementerên, lê wê demê parlementer bûn jî bi awyaekî derhuqûqî hatine guhdarîkirin. Îro, îdianameyên ku bi deh hezaran rûpelî derdikevin pêşberî me bi temamî ne qanûnî ne." ‘PARLEMENTER BI ÎDIAYÊN KU CEMAETÊ AVÊTINE HOLÊ TÊN DARIZANDIN' Parêzer Mesut Beştaş jî dest nîşan kir ku, îdiayên der barê parlementeran de yên wek îdianameyê hatine vugerandin dozger û dadwerên ji Tevgera Gulen hatine girtin ew avêtine holê û wiha axivî: "Tê zanîn ku, ji ber van daneyan, kesên wek mensûbên cemaetê tên diyarkirin ji peywirê hatine girtin, der barê wan de lêprisîn hatine vekirin û heta hin ji wan jî ahtien girtin. Îro daneyên ku bûn sedam girtina hin dozger û dadweran, di aleyha parlementeran de wek delîl têne bikaranîn. Sepandin sepandina kesên ku bi cemaetê re têkilya wan heye bi xwe ye, darizandin jî bi heman rêbazê tên kirin." Ozgur Paksoy / Deniz Tekin - Dîhaber