Belavkarê rojnameyê yê girtî Elitaş saleke li benda îdianameyê ye 2017-01-17 09:08:36 MANÎSA - Belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yê girtî Semîh Elîtaş nêzî salekê ye li benda amadekirina îdianameyê ye. Bavê Elîtaş Emrullah Elîtaş jî got, pêvajoya girtinê hema bêje veguheriye cezayê. Li Manîsayê, belavkarê rojanmeyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Semîh Elîtaş ê dema di 9'ê Adara 2016'an de ji bo wergirtina rojnameyên ku bi kargoyê hatin şandin çû, ji aliyê polîsên Şaxa TEM'a Manîsayê ve hatibû binçavkirin. Di fezlekeya polîsan de hat derpêşkirin ku, Elîtaş bi firotina rojnameyan piştevaniya fînansmana rêxistinê dike û her wiha lîsteya abonetiyê ya li ser Elîtaş jî wek "tabloya têkiliya bi rêxistinê" hatibû nîşandan. Elîtaş ê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Manîsayê bi tawnabariyên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, ev nêzî salekê ye li girtîgehê li benda amadekirina îdianameyê ye. LI GIRTÎGEHÊ 3 CARAN HAT DERBKIRIN Li ser hemû îtirazên parêzeran jî biryara nepen a li ser dosyeyê nehat rakirin. Elîtaş li girtîgehê 3 caran rastî şideta gardiyanan hat û her wiha ji ber xwest bi kurdî parêziya xwe bike, ji aliyê îdareya girtîgehê ve rastî lêpirsînên dîsîplînê hat û di lêpirsînên din de îfadeya wî nehat wergirtin. 'DOZGER BI ME RE HEVDÎTINÊ NAKE' Bavê Elîtaş, Emrullah Elîtaş diyar kir ku îdianame nehatiye amadekirin û nahêlin ew bi dozger re hevdîtinê pêk bînin û wiha axivî: "Bi gelemperî bi kesî re hevdîtinê pêk nayine. Bi parêzerên me re jî hevdîtina pêk nayine dozger beg. Muxatab nisîvgeha wî ya taybet e. her ku em diçin, dibêjin dê 10 roj, 20 roj şûnde bê amadekirin. Herî dawî serê mehê em çûn, ajokarê dozger got dê vê mehê bê amadekirin. Ev saleke tim pêş ve tê xistin. Bawer nakim. Di ser guhê xwe re davêjin." 'YEK JI ME JÎ GIRTÎGEHÊ HEQ NAKE' Elîtaş destnîşan kir ku pêvajoya pêk hat tu eleqeya wê bi huqûqê re tune ye. Li welatekî, bêyî amadekirina îdianameyê li girtîgehê ragirtina kesekî bi temamî derhuqûqî ye. Ji xwe rastiyeke eyan e ku li Tirkiyeyê huqûq tune ye. Me serî li Dadgeha Bilind jî da. Heta niha tu encam jê jî derneketiye. Ji ber biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye, parêzerên me jî nikarin tu agahiyan wergirin. Tu dibê qey cezayek heye û ew cezaza veguheriye înfazê. Di heman dosyeyê de, zêdeyî salekê ye kesên li girtîgehê tên ragirtin hene. 15 meh e belahaq û belasebeb hin kes hene tên ragirtin." Elîtaş banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest demildest dawî li vê derhuqûqiyê bê û wiha axivî: "Ne bawerim kesên wek Semih girtîgehê heq dikin. Kesek ji me jî girtîgehê heq nake. Bi awayekî derhuqûqî ragirtina wan me nerihet dike. Heke hebe sûcekî wan bila bên darizandin û bila ceza bidin. Lê bi vî awayî belaheq û belasebeb ragirtina wan bêwate ye. Em dixwazin dengê me bê bihîstin."