Yuce: Zimanê nefretê ji aliyê konsepteke 'xwecihî û milî' ve tê meşandin 2017-01-17 09:09:46 STENBOL - Endama platforma li dijî nîjadperestiyê Nuran Yuce bal kişand ser belavbûna zimanê nefret û şîdetê û diyar kir ku vegotinên netewprest, nîjadperest û zayendî "ji aliyê konsepteke xwecihî û milî ve" tê meşandin. Endamên Platforme Ji Nîjadperestî û Netewperestiyê Re Bêje Bisekine balê kişandin ser berbelaviya zimanê nefret û şidetê û dest nîşan kirin ku, ev vegotin "ji aliyê konsepteke xwecihî û milî ve" tê meşandin û her wiha diyarkirin ku, çareserî di rê û rêbezake ku li ser asasê mafên mirovan pêk hatiye de ye. ‘HER CURE ŞIDET NORMAL TÊ DÎTIN' Yildiz Onel a di platformê de bi awayekî aktîf dixebite diyar kir ku, demeke dirêj e li Tirkiyeyê "netewperestî û nîjadperestî" belavî qadeke mezin dibe û got, her cure şidet bi awayekî normal tê dîtin. Onel anî ziman ku, di warê netewperestiyê de sala 2007'an xala têçûyînê bû û wiha axivî: "Piştî kuştina Hrant Dînk, ji roja ku bi hezaran mirov bi dirûşmeya 'Em hemû ermenî ne' daketin kueyan, herî kêm me dît ku nîjadperestî ketiye rewşeke ku êdî tê axaftin. Lê mixabin ev sal û nîv e em bûn şahidê ku, hem nîjadperestî hem jî netewperestî derketiye ser dikê." Onel anî ziman ku, li dijî netewperestî û nîjadperestiyê têkoşîneke cidî tê meşandin û wiha axivî: "beriya 1989'an kesê newêribû li Tirkiyeyê behsa pirgirêka jinê, şideta li dijî jinê bike. Piştî jin daketin kuçeyan, bi têkoşînê dest bi têkbirina şideta li dijî xwe kirin. heke hûn ji min bipirsin, li Tirkiyeyê di çend salên dawî de ji tevgerên herî muxalif yek jê jî ya jina ye. Li dijî hemû vegotinên nîjadperset, netewperest, faşîst li kuçeyan herî xweş jinan bersiv da." ‘ŞIDETÊ BÛ TIŞTEKÎ KETÛBER' Ji endamên platformê Nuran Yuce jî got, vegotinên netewprest, nîjadperest û zayendî "ji aliyê konsepteke xwecihî û milî ve" tê meşandin. Yuce wiha diyar kir: "A rast ev encama konjektora heyî ye. Tirkiye, di her serdemê de hem di warê navxweyî hem jî di warê derveyî de di mijara çêkirina dijminan de her cure argumanî derpêş dike. Û bi vê derûniya dijminî a rast vegotina nefretî berbelav dike. Ev rewş, bi awayekî neyînê xwe di jiyana rojane de dide der. Şidet her tim heye; lê em dibînin ku berbelaviya şidetê bûye tiştekî ketûber." ‘EM HEMÛ MUHTACÎ HEV IN' Yuce got, “Di her serdemê de di warê berberîbûna civakê, berbelaviya vegotina nefretî de hin kes fêde wergirtin" û wiha domand: "Ji ber vê saziyên civaka sivîl, mirovên têkoşîna heqiyê dikin, bêyî berberîbûna mirovan û bi her awayî dûrketina ji vî zimanê bi xetere, divê em daxwazên xwe biqîrin. Çimkî, taliya talî em hemû muhtacî hev in. Em hemû cuda ne, lê divê em rêzê ji cudahiyên hev re bigrin û bi vî awayî bi hev re bijîn." ‘HÊZÊ JI ZAGONAN WERDIGIRIN' Mustafa Ezer jî balê kişand ser vegotina netewperestî ya ku her demê heye û wiha got: "Vegotinên bi vî rengî her tim hene, tenê doza her serdemê ji hev cuda ye. Kesên vî zimanî û vê vegotinê berbelav dikin, diyar e ji zagonan hêzê werdigirin. Tabî ji ber kes wan ceza nake, mixabin berbelav dibe. Di serdemên wisa de, ji bo rojevê biguherînin vegotinên bi vî awyî germ dikin didin ebr civakê. Divê em hem wek gel û hem jî wek ferd vê polîtîka û bîrdoziya civakê biguherînin, li ser asta huqûqeke bilind a li ser asasên mafên mirovan bidin rûniştandin."