Li Sûrê mebest peydekirina navenda rantê ya ewleyiya alîgirî ye 2017-01-17 09:13:33 AMED - Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz ê serdana navçeya dîrokî Sûrê ku hîn jî qedexe û rûxandin lê didome kir anî ziman ku veguherandina Sûrê ya wekî xirbeyan, encama polîtîkayên şîdetê ya îktîdara AKP'ê ye, mebesta plankirina çêkirina 6 qereqolan jî ji bo peydekirina navenda rantê ya ewleyiya alîgirî ye û ew ê pêşnûmaya ku Sûrê ji dest gelê Amedê derdîxîne, veguhêzînin darazê. Li navçeya Sûrê ya Amedê zêdeyî salekê ye qedexe didome û li gel vê qedexeyê, li 6 taxên navçeyê rûxandin jî didome. Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz ê li navçeya dîrokî vekolîn kirin got, "Sûr encama polîtîkayên şidetê ya îktîdara AKP'ê ye" û anî ziman ku, ew ê pêşnûmaya ku Sûrê ji dest gelê Amedê derdîxîne û wê vediguherînên navenda rantê ya ewleyiya aligirî, veguhêzînin darazê. BI BISMILAHÊ DEST BI TALANÊ HAT KIRIN Li Sûrê, ji bo guherandina Pêşnûmaya Bi Mebesta Parastina Sûrê ya Amedê Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mehmet Ozhaseki 2 hefte berê tevî AKP'yiyan hatibûn navçeyê û bi pêşnûmaya "Ji bo Sûrê Bismilah" dest bitalanê kiribûn. Koramaz vê pêşnûmayê wek dixwazin navçeyê veguherînin navenda rantê ya ewleyiyê nirxand û wiha got: "Bi qasî em dibînin, guherandina plana parastinê bi mebesta ewleyiyê tê kirin. Bi pêşnûmaya nû re, Sûrê vediguherînin navenda rantê ya ewleyiyê." ‘SÛR ÊDÎ NE SÛRA AMEDÊ YE' Di dema dorpêçkirin û qedexeya derketina derve de bi hezaran mirov ji neçarî ji Sûrê koç kiribûn. Piştî koçkirinê li têketin û derketina taxan blokên betonî, noqteyên polîsan hatibûn bicihkirin û ji ber vê gelê Sûrê careke din venegriyan malên xwe. Koramaz got, bi pêşnûmaya nû re dixwazin navçeyê ji destê gel bistînin û wiha anî ziman: "Bi vê pêşnûmayê re dê Sûr nebe Sûra Amedê, heke bibe jî dê bibe ya alîgirên dewlemend." JI BO ALÎGIRAN HER RÊ MUBAH E Koramaz dest nîşan kir ku, îktîdara AKP xistiye serê xwe ku Sûrê biqedîne û pêşnûmaya Guherîna Bajariyî ya Sulu Kuleyê bi bîr xist. Koramaz wiha axivî: "Di pêşnûmayên veguherandina bajariyî de, qadên hatine îstîmlaqkirin tên valakirin û wan vediguherînin qadên rantê. Niştecihên navçeyê ji cihên wan dikin. Wan bê mal dihêlin û dişînin cihên din. Ya li Sûrê diqewime jî ev e. Ev pêşî di pêşnûmaya Sulu Kuleyê de hat serê me. Ji bo rantê bi ehzaran mirov hatin mexdûrkirin." Koramaz anî ziman ku, îktîdara AKP îktîdareke piyaseker e û got, li welatê ku krîza aborî lê heye ji bo rantê ji alîgirên xwe re peyde bike, Sûrê xistiye serê xwe ji feydeya cemaweriyê bêtir, ketiye derdê ku vî welatî ji bo alîgirên xwe, berjendîparêzên xwe bide bazarkirin. ‘ŞOPÊN DAWÎ JÎ TÊN TUNEKIRIN' Koramaz diyar kir ku, pêşnûmaya îmarê ya bi mebesta parastinê raçînga xwemal a Sûrê xera dike û şopên dawîn ên eremniyan jî ji holê tên rakirin û anî ziman ku, mebesta li navçeyeke biçûk avakirina 6 qereqolên mezin û bi blokên betonî dorpêçkirina temamiya navçeyê, tenê ji bo komên xwe yên berjewendiyê qadeke ewleyiyê çêbike bi xwe ye. Koramaz dest nîşan kir ku, ew ê wek TMMOB'ê guherandina Plana Bi Mebesta Parastinê veguhêzînin darazê.