Awêneya daraza Tirkiye doza Dînk 10 salin hêj şolî ye 2017-01-17 09:14:45 STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku piştî wekî "ermeniyê dijminê tirkan" hat sucdarkirin û piştre hat kuştin, li ser mirina wî re 10 sal derbas bû, lê hêj kujerên wî ne hatine dîtin û cezakirin. Dînk, ji ber nivîs û gotarên xwe hat darizandin û di nava salekê de wekî "ermeniyê dijminê tirkan" hat tawanbarkirin û cezakirin. Piştî hat tawanbarkirin di 19'ê Çileya 2007'an de hat kuştin. Hrant Dînk di 19'ê Çileyê sala 2007an de li ber avahiya rojnameya Agosê ku di dîroka Tirkiyê de cara yekem bi zimanê Ermenî û Tirkî weşan dikir hat kuştin. Beriya Dînk bê kuştin der barê wî de doz vebû û ceza lê hat birîn. Wekî "Ermeniyê dijmine tirk" hat tawanbarkirin û rastî gefê gelek nijadperestan hat. Piştî bû hedefa gefan li gel ku rewşa xwe ji walitiyê re got jî tedbîr nehat girtin û hat kuştin. Piştî Hrant Dink hat kuştin 10 salin ji bo wî çalakiyê "Ji bo Hrant Edalet" tê lidarxistin. Lê hêj jî bûyerên li pişt perda kuştinê ronî nebûne. 10 salin darizandina cînayeta Dînk didome, lê ji bilî tetîkêş ku “Kum sipî" dihat nasîn û derket holê Ogun Samast e kesên fermana kuştinê dane nehatine ronîkirin û darizandin. Her ku doza dînk li pêş edliyê hat dîtin, malpar û parêzerên Dînk rastî êrîşan hatin. Piştî tetîkêş Ogun Samast hat girtin têkiliya wî û Yasin Hayal e bi hevre derket. Li gel ku cînayet li nava rojê çêbû û polîs çûn cihê bûyerê jî delil hatin windakirin. Dîmenên kamerayan hatin reşkirin. Piştre di agahiyên îstîxbaratê de derket holê ku Endamê îstixbaratê Erhan Tuncel û Yasin Hayal û zavê wî Coşkun İgcî agahî dabûn ku peyvirdarê polîs û leşkeran dê cînayet pêk bine. Lê ligel vê yekê dîsa tedbîr nehatibûn girtin. Her çend Erhan Tuncel, di salekê de 17 caran agahî da ku dê Dînk bê kuştin jî tu tedbîr nehatin girtin. Di gelek belge û raporên îstixbaratê de hat diyarkirin ku de Dînk bê kuştin, lê ligel vê yekê ne tedbir hatin girtin û ne jî rê li pêş kuştina Dînk hat girtin. FERMANDARIYA CENDIRMEYAN Û ÎSTÎXBARATA MIDÛRIYETA POLÎSAN A STENBOLÊ ZANÎBÛN Her çend Fermandariya Cendirmeyan a Trabzonê û Midûriyeta îstîxbaratê ya Polîsên Stenbolê zanîbûn ku dê Dînk bê kuştin jî tedbîr negirtin û rayedar agahdar nekirin. Agahiyên kêm şandin ji erkdaran re. Piştre derket holê ku li Midûriyeta Stenbolê raporên sexte hatine amadekirin. Her çend Miduriyeta Polisan agahî da Midûriyeta Polîsan jî Miduriyat Polîsan rapora "Me lêkolîn kir" da û ser xebatên Yasin Hayal hatin pêçan. Di 22'ê Çileya 2007'an de derket holê ku lêkolîn nehatiye kirin. Piştî cinayeta Dînk di nîsana 2007’an de yekem car li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doz hat vekirin. Der barê tetîkêş Ogun Samast û hevalên wî Erhan Tuncel û Yasin Hayal jî di navde der barê 18 kesan de doz hat vekirin. Lê ji ber ku temenê Ogun Samast biçûk bû, doz şandin 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan. Dadgeha Zarokan bi îdîaya "mirov kuştiye", "Çeka bê rûhsat bi xwe re gerandiye" 22 sal û 10 meh cezayê girtîgehê da. Piştî 5 salan doz hat dîtin, di encama 25 rûniştinan de di 17'ê Çileya 2012’an de bi sucdariya 'Endamtiya rêxistina terorê ya biçek" biryara beraetê da. Heyetê der barê Yasin Hayal, de bi sucdariya "Bi zanebûn û plan Hrant Dink kuştiye cezayê muebbetê da. Der barê Erhan Tuncel, de bi îdiaya “maddeya teqemeniyê gerandiye" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da û serbest berdan. DADGEHA BILIND BIRYAR XERA KIR Piştî dozger Hikmet Usta biryar temyiz kir û got “Rêxistin jî heye û delîl jî heye" Dadgeha bilind biryara "Rêxistina bi armanca sûc bikin hatiye avakirin" da. Piştî Dadgeha Bilind biryar xera kir, 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, bi îdîaya "Sûc kiriye, endamtiya rêxistinê" ji nûve dest bi darizandinê kir. Ogün Samast bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê ye" li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan ya Stenbolê hat darisandin. Di vê pêvajoyê de Waliyê Stenbolê Muammer Guler ku diviya bû bûyer ronî bikira û tiştek nekir, Wekî Musteşarê Cemaweriyê hat peyvirdarkirin. Piştre dîsa hat xelatkirin û kirin Wezîrê Karên Hundir. Midûrê Polîsan ê Stenbolê Celalettin Cerrah hat xelatkirin û kirin Waliyê Osmaniyê. Peyvirdarên Serokatiya Daîreya Îstixbaratê ya Stenbolê Ramazan Akyurek kirin Midûrê Polisan. Dadgerê ku fermana ceza da Hrant Dink Mehmet Nihat Omeroglu jî bû yekem ombudsmanê Tirkiye. Midûrê Şaxa Îstîxbaratê Engin Dinç, Kirin Serokê Daîreya Şaxa Îstîxbaratê. Dîsa Midûrê Şaxa Îstîxbarata Stenbolê Ali Fuat Yılmazer rayedarê midûriyeta polîsan Ahmet Îlhan Guler, Ercan Demir, Yakup Kurtaran tev yek bi yek hatin xelatkirin û erk û payeya wan hat zedekirin. DMME'ê TIRKIYE MAHKUM KIR Di 14'ê Îlona 2010'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) Tirkiye ji cînayetaHrant Dink Tirkiye mahkum kir. DMME'ê bi sedema Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) îhlal kiriye mahkum kir û xwest Tirkiye 113 hezar Euro tazminat bide malbata Dînk. Pişti DMME Tirkiye mahkum kir, Malbatê dîsa Seri li Dozgeriya Komarê ya Trabzonê dan. Ji nûve doz vebû. Di 26'ê tîrmeha 2014’an de 3'emin Daireya HSYK bi hinceta di kuştina Dînk de peyvira xwe ihmal kirine ji bo lêpirsîn li Ramazan Akyurek, Reşat Altay, Engin Dinç, Faruk Sarı, Ercan Demir, Ozkan Mumcu, Muhittin Zenit, Mehmet Ayhan bê vekirin destûr da dadgehê. Dîsa ji bo li Ergun Gungor, Celalettin Cerrah, Ahmet İlhan Guler û 6 polisên ku wê demê li Stenbolê peyvirdar bûn doz bê vekirin destûr da. Di sala 2014'an de der barê wan de biryara girtinê hat dayîn û ji nûve doz hat vekirin. Peyvirdarê Îstîxbarata Trabzonê Muhittin Zenit û Amîrê Polîsan Ozkan Mumcu di 13'ê Çileya 2014'an de hatin girtin. Ercan Demir ku wê demê li Trabzonê peyvirdar bû di 19'e Çile de hat girtin. Ramazan Akyurek jî hat girtin û Ali Fuat Yılmazer jî hatin girtin û hêjmara girtiyan derket 5'an. Di 20'ê Cotmeha 2014'an de Celalettin Cerrah jî di navde der barê 26 peyvirdaran de îdîaname hat amadekirin. Îdîaname 2 caran hat redkirin û cara sêyemîn hat qebûlkirin. Di lêpirsînê de derket holê ku berî Dînk bê kuştin cendirmeyên peyvirdar derketibûn keşifa malbata Dînk. Dîsa derket holê ku dimenên kamera yên roja cînayetê jê hatine paqijkirin. Di 27'ê Tirmehê de li Stenbol û Trabzonê 4 leşker û xwediyê weşanxaneyekê hat girtin. Di 31'ê Tirmehê de leşker jî di navde 20 kes hatin binçavkirin. Di 3'ê Tebaxê de Midûrê Nûçeyan ê Fox TV Ercan Gün, têkildarî b3uyerê hat binçavkirin. Leşker û Çawişe Pispor Abdullah Dinç hat girtin. Midûrê îstîxbarata Cendirmeyan a Trabzonê Ergan Yorulmaz Leşker Emre Cîngoz têkildarî cînayetê hatin girtin. Dîsa leşker Mustafa Kuçuk, Mikdat Ozbek, Rahmi Ozer û Musa Yildirim hatin berdan. Fermandarê Cendirmeyan a Trabzanê Albay Ali Oz, endamê îstîxbaratê Serbaz Veysel Şahin, Endamê Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê Ecevit Emir û Adem Sarıgol hatin girtin. Dadgerê dozê Rustem Eryilmaz di 20'ê Tebaxê de ji doza Cemaeta Gulen hat girtin. Piştre Rojnameger Ercan Gun û Midurê istixbarata Trabzonê Metin Yildiz hatin girtin. Lê hêj doz bi dawî nebûye û berpirsiyarên kuştina Hand Dînk zelal nebune. SIBÊ: Lêgerîna edaletê ya 10 salan Yasin Kobulan - dihaber