Rapora Saziya Çavdêriyê: Tirkiye 332 sivîl kuşt 2017-01-17 12:05:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, di bomberdûmanên TSK'ê de 332 sivîl hatine kuştin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, têkildarî bombebardinamên TSK'ê yên li Rojava ku ji 24'ê Tebaxa 2016'an û vir ve li herêma Şehbayê kiriye, bi belgeyan raxist pêş çavan. Di rapora saziya navborî de hat ragihandin, ji destpêka ketina TSK'ê ya Rojava û vir ve 332 sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku 76 ji van zarok in. Di raporê de wiha hat gotin: "Ji ber êrîşên dewleta Tirk, 2 hezar 300 sivîl birîndar bûn û gelek ji wan jî seqet man. Gelek gund û navçe ji ber bomberdûmana dewleta Tirk hilweşiyan. Li Bakurê Sûriyeyê 27 hezar sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man koç bikin. Lê li hemberî vê yekê hêzên navneteweyî bêdeng man."