Qeyûm tayînî Şaredariya Bêgirê hat kirin 2017-01-17 13:14:54 WAN - Piştî Hevşaredar Mehmet Alî Tunç duh hat binçavkirin qeyûm tayînî Şaredariya Bêgirê hat kirin. Qeymeqamê navçeyê Mehmet Fatîh Çelîkel wekî qayûm tayînî Şaredariya navçeya Bêgirê ya Wanê hat kirin. Polîsên ku di saetên nîvro de hatin şaredariyê, diyarkirin ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin û lêgerîn pêk anîn. Li Şaredariya ku lêgerîn didome, duh Hevşaredar Mehmet Alî Tunç, duh di saetên serê sibê de, di serdegirtina şaredariyê de hatibû binçavkirin. Hevşaredar Tunç û 16 kesên di 13’yê Çileyê de hatibûn binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Bajar tên ragirtin.