Şîmşek: Pirsgirêka kurd çareser bûba ew qas xwîn nedirijiya 2017-01-17 15:21:09 AMED - 68'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK” ku 156 siyasemedarên kurd tên darizandin, li Edliya Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek paraktin kir û diyar kir ku wekî serdema 12'ê Îlone tên darizandin û wiha got: "Ger ku pirsgirêka Kurd bi riya demokrasî û aştiye hatibûya çareserkirin îro ew qas xwîn nedihat rijandin. 68'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ku Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle, Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Girtî Firat Anlı û Ahmet Turk jî di navde 156 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de Hevserokê DBP'ê yê Amedê yê berê Ali Şimşek, Şaredarê berê Nadir Bingol û Turan Genç û parêzerên wan li salonê amade bûn. Rûniştinê bi parastina Siyasetmedar Alî Şimşek dest pê kir. Şîmşek bi kurdî parastin kir û wiha got: "10 salin ev doz hatiye destpêkirin. Yên ku îro ev îdîaname amade kirin ji doza Cemaeta Gulen hatine girtin. Sedema girtina van kesan jî ji ber ku dosyaya ‘KCK’ ê amade kirine. Di nava kesên dosya amadekerin de serdozger Ahmet Karaca jî hebû. Wê demê Serdozger Karaca jî diyar kir ku em ne sucdarin û ji ber ku ne li gorî pergala wan e doz li me hatiye vekirin. " ’EZ DI SERDEMA 12'Ê ÎLONÊ DE JÎ BI HEMAN RENGİ HATIM DARIZANDIN Şimşek, anî ziman ku 30 salin siyasetê dimeşîne û wiha axivî: "Di 12'ê îlonê de jî bi heman rê û rêbazê hatin darizandin. Em ji ber ku li dijî zilma ku li Rojhilata Navîn li ser gelê kurd û herêmê têdikoşin tên darizandin. Wê demê KCK tune bû, lê dîsa em bi heman sedemê dihatin sucdarkirin. Wê demê ji li dijî kurdan zilm hnebû niha jî li dijî kurdan zilm heye. Wê demê jî me li dijî heheqiya li ser kurdan têkoşîna siyseta demokratîk dimeşand, niha jî em heman têkoşînê didin. Ji ber ku em li dijî neheqiya dîrokê derdikevin em tên darizandin. Ger ku îro pirsgirêkakurd bi riya demokratîk hatibûya çareserkirin îro ew qas xwîn nedihat rijandin. Îro ger ku li Rojhilata navîn ew qas xwîn tê rijandin ji ber ku pirsgirêk kurd nehatiye çareserkirin.Tu pirsgirêka gelên kurd, tir, elewî û sunî bi hevre tune ye. Lê feraseta heyî îro ev gel anîn hemberî hev. Niha hatiye asta ku têkiliya gelê kurd û tirk ji hev qut bibe. Şîşmek îdîayên der barê xwe de tev red kirin û anî ziman ku ev îdîa tev bê bingeh in. DAXUYANIYÊN ÇAPEENIYÊ SUC HATIN DÎTIN Pıştre parêzerê Şîmşek Serdar Çelebî parastin kir û anî ziman ku muwekilêwî ji ber beşdarî daxuyaniyên DTP’ê bûye û xwestiye çek bêdeng bibin û pirsgirêk bi riya siyaseta demokratîk çareser bibin tê tawanbarkirin. Parêzer Çelebî, anî ziman ku 35 daxuyanî weki suc nayên qebûlkirin û endam û rêveberê partiya siyasî ya legal e. Prz. Çelebî xwest muwekilên wî beraet bibin. Doz piştî nîvro bi parastinan berhdewam kir.