DMME serlêdana Ceylan Onkol red kir 2017-01-17 16:14:32 AMED - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, serlêdana parêzerê malatê ya doza zaroka 12 salî Ceylan Onkol ku bi guleya leşkerên Tabûra Tapantepeyê jiyana xwe ji dest da, red kir. Piştî malbatê bi rêya barêzên xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Lîceyê da û dozgeriyê biryara pêşopandinê da, malbatê vê carê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Sîweregê da. Lê Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Sîweregê jî bi sedema di fezlekeyê de neheqî tune serlêdana malbatê red kir. Heyeta Dadgehê bi hinceta delîlên berbiçav tune“ serlêdan red kir. Parêzeran piştî riya hiqûqê ya Tirkiyeyê xetimî doz birin Dadgeha Mafen Mirovan a Ewropayê. Heyeta Dadgeha Mafen Mirovan jî serlêdana parêzeran a malbate red kir ÇI BÛBÛ Li mezraya Xambazê ya gundê Şenlîka Licê ya Amedê Ceylan Onkol (12) di 28’ê îlona 2009’an de dema sewalên xwe diçêran bi bombeya ji Qereqola Yaylayê hate avêtin ve hate qetilkirin. Têkîldarî bûyerê di lêpirsîna ku hate kirin de ligel ku 7 sal derbas bû jî tu pêşketin çênebû Têkîldarî teqînê Midûriyeta Giştî ya Saziya Endustriya Kîmya û Makîneyê (MKE) di rapora xwe de gotibû ku madeya ku bûye sedama teqînê dibe ku “muhimata bombe davêje ya 40 mm” be û bi awayeke berfireh cih dabû vê yekê. Di 4’ê nîsana 2013’an de jî der barê bersûcan de ji ber ku “peywira xwe xirab bikar anîne” lêpirsîn hatibû destpêkirin lê Dozgeriya Komarê ya Licê biryara neşopandinê dabû. Piştî ku Onkol hate qetilkirin parêzeran dosya bidin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. DMME’yê biryar da û serledana malbatê red kir. Di doza cezayê de jibilî lêpirsîna dozgeriyê tiştek nehat kirin, Malbata Onkol jî li 2’yemîn Dadgeha Îdareya Amedê bi daxwaza 100 hezar tazmînata madî, 150 hezar jî tazmînata manewî doz vekir. Dadgeha ku ev doz bi encam kir daxwaza tazmînata manewî ya malbatê di cih de nedît û ji bo tazmînata manewî jî 28 hezar 208 û 85 quriş da.