Rojnameger sewqî dadgehê kirin 2017-01-17 16:49:46 STENBOL - Rojnamegerên ev 24 rojin di binçavan de ne sewqî Dadgeha Stenbolê hatin kirin. Îfadeya rojnamegeran dê ji aliyê 3 dozgeran ve bê girtin. Rojnameger Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîclê (DÎHA) Omer Çelîk û nûçegihan Metîn Yoksu, Midûra Berpirsyar a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin, edîtora Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat ku ji 25’ê Kanûnê were li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên girtin piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bû anî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Hat diyarkirin ku dê îfadeya rojnamegeran ji aliyê 3 dozgeran ve bê girtin.