Genç: Doza KCK'ê kumpasek e 2017-01-17 18:51:08 AMED - Endamê Meclîsa DBP'ê Turan Genç ê di Doza Sereke ya KCK'ê de parêzî kir wiha got: "Ev doza operasyoneke kumpas, qirkirina siyasî û komployî ye. Naxwazim aletî vê komployê bibim. Li hemberî îdianameyek ku ne metneke huqûqî ye, ez ê parêziyê nekim. Ji aliyê min ve tu rewabûn û huqûqîbûneke vê dozê nemaye." Li Amedê, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 68'emîn rûniştina Doza Sereke ya KCK'ê hat dîtin. Doza ku hevserokên KCD'ê Hatip Dicle, Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û hevşaredar Firat Anli û Ahmet Turk ên girtî jî di nav de, bi giştî 154 siyasetmedarên kurd lê tên darizanin, piştî navbera nîvro dubare hat domandin. Di 68'emîn rûniştina dozê de siyasetmedarên kurd Ali Şimşek, Turan Genç û Celal Yoldaş ên ji ber dozeke din girtîne û parêzerên wan amade bûn. Turan Genç ê di rûniştinê de parêziya xwe bi kurdî kir diyar kir ku, di tomarkirinên guhdarîkirina nêveng û telefonan ên di dosyeyê de cih digirin de, îbareya "PM" wek "TM" hatiye derbaskirin û wiha got: "Di tomarkirinên tapeyan de bi awayekî aşkere tahrîfatek heye. Delîlên sexte hatine hilberandin. Dixwazim ev tomarkirinên dengan li dadgehê bên guhdarîkirin." Genç bi bîr xist ku, dema ew hatiye girtin yanî heta 2009'an ew li DTP'ê di Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê de xebitiye û wiha domand: "Di vê dozê de bi israr nasnameya min a partiya siyasî tê veşartin. Heke xebatên me yên siyasî bên veşartin, nexwe dê axaftinên me yên bi şaredaran, endamên meclîsan re wek axaftinên derqanûnî bên hesibandin. Di ser vê operasyona qirkirinê re hîn jî darizandin didome. Ez vê ne bi awyaekî exlaqî ne jî wijdanî qebûl nakim. Ev doza operasyoneke kumpas, qirkirina siyasî û komployî ye. Naxwazim aletî vê komployê bibim. Li hemberî îdianameyek ku ne metneke huqûqî ye, ez ê parêziyê nekim. Ji aliyê min ve tu rewabûn û huqûqîbûneke vê dozê nemaye." Piştî parêziya Genç, Parêzer Sinan Tanrikulu jî parêzî kir û diyasr kir ku, bingeha vê dozê li ser esasekî dij rastiyê û derqanûnî xwe dispêre îfadeyên şahidên nepen û dest nîşan kir ku, vekolîna pêzaniyê ya guhdarîkirina nêveng û telefonan kêmasiyê di xwe de dihebîne. Tanrikulu beraata muwekîlê xwe xwest. Piştî parêziyan, doz taloqî sibê hat kirin.