6 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2017-01-17 20:30:32 STENBOL - 6 rojnamegerên 24 roj de di bin çavan de bûn û îro sewqî dozgeriyê hatin kirin, karê wan ê îfadedayîna li dozgeriyê temam bû. Di pirsên hatin kirin de, pîşeya rojnamegeran wek sûc hat hesibandin. 6 rojnamegerên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û ev 24 roj e di bin çavan de ne, li dozgeriyê karên îfadedayîna wan bi dawî bû. Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten, Derya Okatan, Metin Yoksu, Mahir Kanaat û Eray Sargin bi daxwaza girtinê sewqî 10'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê hatin kirin. Ji Rojnamegeran Tunca Ogreten bi sûcên "Endamtiya DHKP-C" û "Bi awayekî derhuqûqî bidestxistin û belavkirina daneyên şexsî", Omer Çelîk bi "Endamtiya PKK-KCK'ê", Derya Okatan bi "Endamtiya MLKP'ê", Mahir Kanaat bi endamtiya "FETO-PDY'ê", Eray Sargin bi "Propagandaya KCK" û Metin Yoksu jî bi "Propagandaya DHKP-CK û PKK'ê" hatin îsnat kirin. Rojnamger Metin Yoksu di îfadeya xwe ya dozgeriyê de wiha got: "Min berê li DÎHA'yê nûçegihaniya ajansê dikir. Dema DÎHA bi KHK'yê hat girtin, niha li ajansa înternetê ya dîhaberê rojnamegeriyê dikim. Di girtenameya tespîtê de ya têkildarî sûc de, hûn min bi e-mail û Twitterê sûcdar dikin. Ev nûçe yên dema borî ne. Lêkera lebatî nehatiye bikaranîn. Ne pêkane ez propagandaya rêxistinê bikim. Nivîsandinên ku pîştî şikandina şîfreya hesabê e-maila Wezîrê Enerjiyê derketin holê, ji aliyê kesekî ku nasnakim li ser Twitterê komek hatiye çêkirin û ji min re hatine şandin. Min jî daxilî vê komê kirine. Kesên bi min re hatine binçavkirin, ji ber rojnamgerên hinekan ji wan nas dikim. Ji bilî vê hevaltiyeke min a şexsî bi wan re tune ye." Omer Çelîk jî di parêziya xwe de wiha got: "Ev 7 sal e ez li DÎHA'yê wek mudur dixebitim. Ji ber rojnamger im, bêyî hayê min jê hebe li ser Twitterê min jî daxilî komê kirine. Ji xwe bi awayekî teknîkî jî, xwediyê hesab dikare we lê zêd bike. Dema di komê de propagandayên siyasî hatin kirin ez jê derketim. Nayê bîra min bê çi qasî di komê de mam. Di nav komê de, ez bi şexsî nûçegîhanê ajansa me Metin Yoksu nas dikim. Mahir Kanaat, Derya Okatan, Tunca Ogreten jî ji ber rojnameger in, tenê wan bi navî nas dikim. Di nav komê de min e-mailên aîdî weîzr ên hatine hackirin dîtin. Ji ber em karê nûçeyan dikin û ji ber nirxekî wan ê nûçeyan hebû, min lînka hat dayîn şopand. Di heman demê de min ev mijar kri nûçe jî. Ji bilî vê, têkildarî jiyana taybet de min tu parvekirin nekirine. Nizanim koma bi navê RedHack hackê dike. Ji vê komê tu kesî nas nakim. Ji ber nûçeyan min ev kom li ser Twitterê jî dişopand." Her wiha nûçeyên ku Omer Çelik parvekirine jî wek unsûrên sûcî hatin hesibandin. Ji Gerînendeya Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Derya Okatan jî têkildarî e-mailên aîdî Wezîr Albayrak hatin pirsîn. Okatan di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de anî ziman ku, ew 10 sal e rojnamegeriyê dike û anî ziman ku, nuçeyên li ser hesabê Twitterê yê ETHA'yê tên parvekirin, li ser navê ajansê tên parvekirin û anî ziman ku, divê parvekirinên hatine kirin di çarçoveya qanûna çapemeniyê de bên nirxandin. Xebatkarê rojnameya Birgunê Mahir Kanaat jî anî ziman ku, ew koma Redhackê nas nake û got, parvekirinên hatine kirin hîn jî di çavkaniyên vekirî de hene. Kanaat xwest bê berdan.