Lêgerîna edaletê ya 10 salan: Hrand Dînk 2017-01-18 08:18:58 STENBOL - Rojnameger Hrant Dînk 10 sal berê hat kuştin. Piştî Dink hat kuştin, heval û dostên Hrand ji bo kujer bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne dest bi çalakiyan û lêgerîna edaletê kirin. Nobeta Edaletê ya ji bo darizandin û cezakirina berpirsiyarê kuştina Dînk 10 salin bê navber didomin, lê hêj darizandin bi encam nebuye. Hevalê Dînk Rojnameger Umit Kivanç, diyar kir ku doza Dînk di van şertên îro de ne pêkan e bi encam bibe. Kivanç, anî ziman ku AKP ji di navde her kes di nava vê kuştinê de hene. Gerînendeya Giştî ya Nor Radyo Diren Cevahir Şen jî anî ziman ku AKP Şirîkê kuştinê ye. Di ser kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink re 10 sal derbas bûn. Tevî gelek delîl û belge hatin bi destxistin jî hêj doza darizandina bersûcê Hrant didome û kujer nehatine cezakirin. Heval, hempîşe, malbat û dostên Hrand Dînk ji bo edalet cihê xwe bibîne û berpirsê kuştina Dînk bên darizandin 10 salin li edaletê digerin. Bê navber çalakiyan pêk tînin û Nobeta Ji bo Hrand Edalet digirin. Parêzerê doza Hrant Dînk Hakan Bakircioglu, hevalê Dînk Rojnameger Umit Kivanç û Gerînendeya Giştî ya Nor Radyo Diren Cevahir Şen pêvajoya lêgerîna edaletê axivîn. Parêzerê Dink Bakircioglu, anî ziman ku ji bo berpirsên kuştinê bi awayekî çalak bên darizandin wan di 21'ê Gilana 2014'an de serî li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoy, di 1'ê Tîrmeha 2014'an de serî li Lijneya Dozger û Hekiman (HSYK) di 16'ê Tîrmeha 2014'an de serî li Wezareta Dadê û di 17'ê Tîrmeha 2014'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Di encama serlêdanan de biryar hat dayîn ku rayedarên dewletê yên berpirsiyar bi awayekî çalak bên lêpirsîn û darizandin. Bakırcıoglu, anî ziman ku piştî lêpirsînê der barê 27 rayedarên dewletê de îdîaname hat amadekirin û ev doz ji bo wan girîng e. Bakircioglu, destnîşan kir ku doza Dink hiqûqa Tirkiye nîşan dide û wiha got: "Der barê Dînk de di sibata 2004'an de kampanya lîncê hat destpêkirin. Piştî kampanya lîncê di 19'ê Çileya 2007'an de hat qetilkirin. Di vê pêvajoyê de li gel hemû serlêdanan dewleta ku diviya bû jiyana Hrant Dink biparêze kuştina Dînk li ber çavê rayedarên dewletê yên berpirsiyar pêk hat. Dozgerê Komarê yê Stenbolê di mijdara 2015'an de diyar kir ku rayedarên Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê ku Ogun Samast li cihê bûyerê dişopinîn û di nava rêxistinekê de pêş dikeve heye. Piştî vê delîle rê li pêşiya lêpirsîn û dozên nû hat vekirin. Li gel ku 9 sal derbas bûn hêj nû doz hat vekirin. Li gel ku doz 9 sal şûnde di 2015'an de vebû jî ji bo me girîng e. Doza li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bilî bersûc Ali Fuat Yılmazer lêpirsîna hemû bersûcan hat kirin. Rûniştina doza Alî Fuat Yılmazer di 16 - 17'ê Çile de pêk hat û dê di 20'ê çile de bidome. ‘SERLÊDANA ME YA AYM’Ê NEHAT QEBÛLKIRIN' Bakircıoglu, anî ziman ku ji niha û şûnde divê Dozgerê Komarê yê Stenbolê pêvajoya berî cînayet pêk bê lêpirsîn bike û wiha got: "Divê berî cînayet pêk bê kes û saziyên ku rol û rista wan di nava cînayet de hebûn bi awayekî çalak lêpirsîn bike. Divê hemû aliyê ku cînayetê ronî bike. Me der barê Rayedarên ku der barê wan de cihê lêpirsîn tune û Velî Kuçuk, Kemal Kerinçsiz, Oktay Yildirim de serî li AYM'ê da. Lê ev serlêdana me nehat qebûlkirin. Ev reda daxwaza me li dijî hiqûqê ye û dê rê li pêş dozên din veke. Ger ku der barê van kesan de doz bê vekirin û li ser dosyaya doza 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê zêdekirin wê hev temam bike." 10 SALIN NOBETA EDALETÊ DIGIRIN Rojnameger Umit Kivanç ku tevî heval û dostê Hrand 10 salin “Ji bo Hrant Edalet" nobetê digire jî diyar kir ku ev doz êdî xwe dubare dike û tu pêşketin tune ye. Kivanç, anî ziman ku wan di destpêkê de hin tişt anîn ziman, lê kesî li wan guhdar nekir û wiha got: "Dema em îro li pêvajoya dozê dinerin wekî ku tiştê lazime bibe bûye tê nîşandan. Em nizanin dê çi ji vê dozê derkeve. Em zêde ne bawerin biryarek erênî derkeve. Di serî de me got di vê bûyerê de destê rayedarên dewletê di nav de heye û ji aliyê rayedarên di nava dewletê de hatiye organîzekirin. Lê her dem xwestin bûyerê texin situyê kesên cuda. Di kuştina vê dozê de ji AKP'ê bigire destê her kesî têde heye. Di van şertên li Tirkiye de zahmet e ku kujer bên darizandin û cezakirin. Ergenekon sûc davêje sutiyê FETO. Lê tiştê ku em dizanin yek dewlet heye. Ergenekona ku behsa wê tê kirin berpirsyarê kuştina 10 hezar kesan e. Herdu koalisyonên hevin. Niha jî koalisyon heye. Bi vê heqûqê kujer nayê darizandin. Hêj rewşa Garo Paylan li holê ye. Li Tirkiye ji bo Ermeniyan tiştek nayê guhertin. Ermenî her dem di bin heman rîskê de ne. DÎNK JI BO TIRKIYE GELEK TIŞT E Kivanç, da zanîn ku Hrant Dink ji bo Tirkiye gelek tişt bû û Tirkiye gelek tiştê xwe winda kir. Kivanç, da zanîn ku li Tirkiye pêdivî bêtir bi niqaş, hezkirin û rengên cuda heye û xwest li Tirkiye her kes ji hev hez bike û bi rengî hev hedû qebûl bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Tirkiye hişmeniya yekperestiyê serdest. Ji bilî nasnameya tirk tu nasnameyên din nayê qebûlkirin. Kivanç xwest her kes beşdarî bîranina 19'ê çile bibe. AKP ŞIRÎKÊ SÛC E Gerînendeya Giştî ya Nor Radyo Diren Cevahir Şen ku bi silogana “Hemû dengê cîhanê bibin yek" weşanê dikin diyar kir ku 10 sal di ser darizandina Dînk re derbas bû, lê hêj kujer nehatiye cezakirin. Şen, pirsên "Çima rayedarên wê demê nayên darizandin, çima serlêdanên wan tên redkirin? pirsîn û wiha got: 10 sal derbas bû, tenê tetîkêş hat darizandin, lê kesên berpirsiyar nehatin darizandin. Rayedarên dadgehê daxwazên parêzeran li ber çavan nagirin. Dema em li pêvajoyê binerin ev cînayet di serdema AKP'ê de pêk hat. Niha dixwazin têxin situyê FETO. Mesele ne tenê Cemaeta Fethullahin. AKP dixwaze xwe ji nava vê pêvajoyê paqij bike. Le yê FETO parast kîbû. AKP şirîkê sûc bi xwe ye. XELAS Yasin Kobulan - dihaber