Ciwananê Beskê AKP'ê ji DAIŞ'ê hat girtin 2017-01-18 09:21:41 WAN - Derket holê ku, ji 7 kesên di çarçoveya operasyona DAIŞ'ê hatin girtin de M.F.B. xebatkarê Baskên Ciwanan a AKP'ê ye, F.M. jî yê ku berê dema ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe çûbû Dîlokê û ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin, piştî îfadedayînê serbest hat berdan. Li Wanê, di 8'ê Kanûna 2016'an de di çarçoveya operasyonên DAIŞ'ê de di serdegirtinên malan ên hemwext de 7 kes hatibûn binçavkirin û di 3'ê Çileyê de bi tawanbariya "Endamtiya rêxistina çekdarî" hatibûn girtin. Piştî girtinan girtenameyên îfadedayîna 7 kesan hatin dîtin. Derket holê ku bersûcên hatin girtin A.A., F.M., H.O., U.O., İ.Y., Y.Y. û M.F.B bi endamên DAIŞ'ê yên Sûriyeyê ku xizmên wan in tim di ser Whatshap û Telegramê de bi dîmenî û nivîskî axivîne û sohbet kirine. Tê dîtin ku, ev kesên hejmara wan nêzî 15 kesî ne, 15 rojê carekê li malekê di bin navê "sohbetên olî", "Qur'an", "Tecwît" û "dersên exlaqê" de hatine gel hev û civîn li dar xistine. JI BO RAZÎBÛNÊ PÊWENDÎ NEHATIYE QUTKIRIN! Ji kesên hatin girtin H.O., di îfadeya xwe ya li dadgehê de li xwe mikur hat û got, wî bi pismamê xwe yê hîn jî li Sûriyeyê di nav DAIŞ'ê de ye bi rêya Whatshapê axiviye. Ji kesan U.O. jî qebûl dike ku birayê wî A.O. û xalê wî M.A.E. di nav DAIŞ'ê de ne û wî tim bi rêya Whatshapê bi birayê xwe A.O. re axiviye û îdia kir ku, wî ji bo dev ji rêxistinê berde xwestiye birayê xwe razî û îkna bike. U.O. dibêje ji ber vê yekê, wî pêwendî qut nekiriye. VÎDEOYÊN PESNÊ DAIŞ'Ê DIDIN JI PKK'YIYAN RE ŞANDIYE! Ji bersûcan H.O., îdia dike ku vîdeoyên di telefona wî de yên propagandaya DAIŞ'ê dikin, dibe ku PKK'yiyên xwestine xesarê bidin wî an jî pismamê wî yên di nav DAIŞ'ê de ye bi rêya Telegramê jê re şandibin. U.O. jî diyar dike ku, vîdeoyên di telefona wî de kekê wî yê di nav DAIŞ'ê de A.O. jê re şandiye. Her wiha kesên din jî der barê vîdeoyên di telefonên wan de heman îdiayan derpêş dikin. DEMA DÊ TEVLÎ DAIŞ'Ê BIBÛNA HAT girtiN Û PAŞÊ HAT BERDAN Ji bersûcên hatin girtin F.M., ji îfadeya wî tê fêmkirin ku berê ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe çûye Dîlokê, tam dê sînor derbas bikirina ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û piştî îfadedayînê serbest hatiye berdan. F.M. di parêziya xwe de li xwe mikur tê ku, wî sala çûyîn xwestiye bi rêyên qaçax derbasî bajaroka Tilhaferê ya Musûlê bibe û ji wir jî tevlî DAIŞ'ê bibe. F.M. di parêziya xwe de wiha dibêje: "Ez ji ji Qarqamişê derbasî Sûriyeyê bibûnama, ji wir jî ez ê derbasî Tilhaferê bibûma. Fikra min ew bû ku bi riyên qaçax derbas bibim. Kesekî ku navê wî yê rastîn nizanim lê bernavê Îbnî Îbrahîm El Azerî bi kar dianî û kesê bi navê Omer ez ê derbasî Sûriyeyê bibûma. Min Îbnî Îbrahîm El Azerî di Twitterê de dît. Li Wanê me hev dît. Min Omer jî bi riya Îbnî Îbrahîm nas kir. Min û Omer li Dîlokê hevdu dît û min bir malekê. Li mala ez çûmê hin kesên din jî hebûn. Em ji vir bi wesayîtekê ketin rê. Di rê de me wesayîta xwe guherand. Ji xeynî min hin kesên din jî di wesayîtê de hebûn. Kesên biyanî jî hebûn. Bi wan re neaxivîm. Ji ber vê nizanim ji bo çi diçûn. Bêyî em sînor derbas bikin em hatin girtin. Li Qereqolê îfadeya me hat wergirtin û em hatin berdan." HALİ BAYUNCUK TÊ GUHDARÎKIRIN Di girtenameyê de tê dîtin ku, vîdeoyên propagandayî yên Halis Bayuncuk ê bi bernavê Ebu Hanzala ku tê derpêşkirin pêşengê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê ye tên guhdarîkirin. Ji bersûcan di telefona E.O de vîdeoyên Bayuncuk hene û têkildarî van di parêziya xwe de îdia dike ku, dibe wî bi şaşî ew vîdeo daxistibin. E.O., li xwe mikur tê ku vîdeoyên aîdî Bayuncuk di rojên "tevhîdê" de wek dersê tê temaşekirin û 15 rojên carekê li malên guncan bin ew sohbetan dikin. Ji bersûcan A.A. ji bo tomarkirinên dengan û vîdeoyên di telefona wî de parêziyeke skandal kiriye. A.A. der pêş dike ku ew nizane ew vîdeo û tomarkirinên dengan çawa ketine telefona wî. A.A. lêgerînên bi sernavê "Lîstikên DAIŞ'ê" û "Perwerdehiya DAIŞ'ê" yên bi telefona xwe kiriye jî wiha dibêje: "Dibe ku zarokên min ev lêgerîn kiribin, zarokên min zaf ji lîstikan hez dikin." XEBATKARÊ BASKÊN CIWANAN A AKP'Ê JI DAIŞ'Ê HAT GIRTIN Ji bersûcên ku bi tawanbariya "Endamtiya rêxistina çekdarî" hat girtin yek jê jî M.F.B. ye. Di girtenameyê tê diyarkirin ku, M.F.B. di demên cuda di Baskên Ciwanan a AKP'ê de xebitiye. Li dadgehê parêzerê bersûc ji bo kes wiha parêzî kir: "Ev cara ewil e ku rastî sûcekî wisa tê. Ew bi xwe di Baskên Ciwanan a AKP'ê de jî xebitiye. Di dosyeyê de naskirina wî ya gumanbarên din, ji ber ku bi karê telefonan eleqedar dibe wan nas dike. Bav û kekê muwekîlê min jî ew kes in ku xizmeta dewletê dikin. Di wê qenaetê de me ku muwekîlê tu sûcekî muwekîlê min tune ye."