Li girtîgeha kapasîteya wê 500 kes e, hezar kes dimînin! 2017-01-18 09:24:21 SÊRT - Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ya kapasîteya wê 500 kes e, zêdeyî hezar girtî lê dimînin. Her wiha hat ragihandin ku, bi OHAL'ê re li girtîgehê her diçe binpêkirinên mafan jî zêde dibin. Giriyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin, bi rêya malbat û parêzerên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Hat ragihandin ku, li girtîgeha ku kapasîteya wê 500 kes e, zêdeyî hezar kes lê dimînin. Li qawîşên 8 kesî, 15-18 kes lê dimînin û her wiha li qawîşên 12 kesî 20 kes, li yên 18 kesî 32 kes tên ragirtin. Li gel van, bi hinceta OHAL'ê felaiyetên spor, atolyeyê û sohebtên girtiyan jî tên astengkirin. NAME Û PIRTÛK NAYÊN DAYÎN Gelek caran nameyên girtiyan yên ji derve tên ya nayên dayîn an jî bi dengî tên xistin. Her wiha pirtûkên ji girtîgehê re tên aşndin jî, ji girtiyan re tê gotin "hûn terorîst in" û bi vî awyaî nayên dayîn. Piştî vê girtiyên ku li dozgeriyê îtiraz kirin, hat îdiakirin ku "biryara berhevkirinê" ya pirtûkan heye û bi vî awayî hîn jî heman qedexe didome. ASTENGIYÊN TENDURISTIYÊ Hat zanîn ku, şert û mercên paqijiyê nebaş in, malzemeyên hijyeniyê nadin girtiyan û her wiha girityên nexweş ên li girtîgehê jî bi pirsgirêkên tenduristiyê rû bi rû ne. Li gor agahiyan, sewqên nexweşxaneyan bi qasî mehekê, yên revîrê jî bi qasî hefeteyekê bi derengî tên xistin.