Jinên koçer dev ji 'tûr' bernadin 2017-01-18 09:26:25 ÊLIH - Jinên koçer ê jiyana wan li zozan û konan derbas dibe, bêyî tûr ê ku di dema kar de gelekî bi kêrî wan tê û heta zarokên xwe jî tê de xwedî dikin nikarin îdare bikin. Koçerên ku di salên 90'î de gundên wan ji aliyên dewletê ve hatin şewitandin û rûxandin, li hin taxên Êlihê bi cih bûn û dema ji neçarî ji gundên xwe derkaetin wê jiyana xwe yî li gundan jî bi xwe re anîn bajaran. Koçerên li gundan sewlakarî dikirin, ji ber bi darê zorê ji warê xwe bûn ji dêvla adapteyî jiyana bajêr bibin, zîndekirina çanda xwe tercîh dikin. Jinên koçer ê jiyana wan li zozan û konan derbas dibe, bêyî tûr ê ku bivê nevêyeke ji çanda wan e û di dema kar de gelekî bi kêrî wan tê û heta zarokên xwe jî tê de xwedî dikin nikarin îdare bikin. Tûr ê ku di nav cihêzên her jineke ciwan de cih digire, bi reng û nexşên xwe hîn jî li navenda Êlihê ji aliyê koçeran ve li çarşî û bazaran di dema dan û stendinan de û karên din de tên bikaranîn. ‘BERÎVAN PÊ DIÇÛN BÊRIYÊ' Fatma Yildiz (56) anî ziman ku, bi taybetî di demên ku wan sewalvanî dikir de tûr zaf bi kêrî wan dihat û wiha axivî: "Piştî em ji bêriyê vedigeriyan, me meterên şîr dixistin tûr. Dîsa ji bo zaorkên me necemidin û negirîn me betanî li dor wan dipêçe û ew dixistin tûr. Ez hîn jî neviyên xwe dixim hundurê tûr. Me xwarina şivanan dixistê û dibir. Dema em dihatin jî ji bo şewitandinê me êzin dixistin tûr. Tûr tiştekî pîroz e. Mezinên me çêkirine û bi kar anîne. Niha em bi kar tînin. Dê sibê jî zarokên me bi kar bînin." ‘JI XESÛYA MIN MAYE, EZ Ê JÎ DIBIM ZAROKÊN XWE' Yilmaz anî ziman ku, tûrê li gel wê ji xesûya wê jê re wek mîrate maye û wiha got: "Ev tûrê niha di dest min de ji xesûya min maye. Xesûya min heta sax bû tim bi kar dianî, bi dehan zarok tê de xwedî kir. Ez ê jî heta mirinê vî tûrî veşêrim û bila ji zarokên min re wek mîrateyekê bimîne. Ev ji çand, edet û orfên me eşyayeke girîng e. Mezinên heta roja îro ev çand anîn, em ê jî ragihînin zarokên xwe Yilmaz got, dema ew diçin bazarê bi kar tînin û her wiha zarokên xwe jî dixinê û li pişta xwe dikin û wiha domand: "Ev çandeke koçeran e û em jî li gor vê çandê tevdigerin. Di nav cihêzên her jineke ciwan de cih digire. Di nav cihêzên jinan de du cure tûr hene. Yek ji bo kar û bar, yek jî ji bo zarokan e. Cihêzên berê wisa dihatin amadekirin. Wek niha mobîlye û taximên qoltixan tune bûn. Jina ku di nav cihêzên wê de du tûr hebûnan, ew jina herî bextewar bû. Ji bo koçeran, tişta herî bi qîmet e."