Polîsan 2 kes li Wanê kuştin 2017-01-18 10:06:51 WAN -Li taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtan a Wanê polîsan bi piştgiriya helîkopteran li dijî malekê operasyon pêk anîn. Polîsan di operasyonê de 2 kes kuştin. Polisan li taxa Emînpaşa ya Navçeya Artemêtan a Wanê bi ser malekê de girtin. Di serdegirtina malê ya bi piştgiriya helîkoptêrê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.