Tirkiye rojnamegerê DYA'yê dersînor kir 2017-01-18 10:37:25 STENBOL - Rayedarên Tirkiye, destûr nedan ku nûçegîhanê Rojnameya New York Times Rod Nordland bê Tirkiye. Rojnameger Nordland ku bi balafirê ji DYA'yê hat Tirkiye û li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê daket, hat rawestandin. Rayedarên balafirgehê bêyî hincet nîşan bidin ew dersînor kirin û şandin Londrayê. Rayedarên Tirkiye, nûçegîhanê Rojnameya New York Times Rod Nordland bêyî hincet nîşan bide dersînor kir. Rojnameger Nordland ku ji 150 welatan nûçe dinivîse, bi balafirê ji DYA'yê hat Tirkiye û li balafirgeha Ataturk a Stenbolê daket. Nordland ji aliyê rayedarên balafirgehê ve hat rawestandin û destûr neda ku li Tirkiye bimîne ew ji balafirgehê paşve vegerandin. Rojnameya New York Times ev yek wekî perçeyekî helwesta hikûmetê ya li dijî medyaya herêmî û biyanî nîşan da. Nordland, diyar kir ku polîsên peyvirdar diyar kirine ku navê wî di lîsteya Wezareta Karên Hundir de heye û destûr nadin ketina wî ya Tirkiye.