Dê Hrant Dink di sala 10’emîn de bi bîr bînin 2017-01-18 11:42:07 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku 10 sal berê di 19'ê Çileya 2007'an de hat kuştin, dê sibê bê bibîranîn. Di ser kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink re 10 sal derbas bûn. Tevî gelek delîl û belge hatin bi destxistin jî hêj doza darizandina bersûcê Hrant didome û kujer nehatine cezakirin. Heval, hempîşe, malbat û dostên Hrand Dînk dê di 10'emîn salvegera 19'ê Çileya 2007'an a kuştina Hrant Dînk de bernameya bîranînê pêk bînin. Di pêşengiya saziyên AKADER, DAF, EHP, Halkevleri, Kaldiraç, Nor Zartonk, ODP û Yeniyol de saet di 14.00'an de dê bi silogana "10 sal bêyî Hrant, em dê edaletê bi dest bixin" li cihê ku Dink lê hat qetilkirin li pêş Rojnameya Agosê bernameyê pêk bînin. Saet di 20.00’an de jî dê li pêş Akbanka Kurtuluşê kom bibin heta Agosê bimeşin. Hevalên Dink û Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz jî dê saet di 14.30’an de li pêş Rojnameya Agosê kom bibin bernameyê pêk bînin.