Dozger ji Said Sefa re muebbet ji Atilla Taş re 10 sal ceza xwest 2017-01-18 12:29:42 STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Stenbolê îdîanameya der barê rojnameger Saît Sefa jî di navde 25 jê girtî 29 kesan de temam kir. Dozger ji rojnameger Said Sefa cezayê muebbeta giran û ji Atilla Taş re 10 sal cezayê girtîgehê xwest. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bi sucdariya 'Rêveberiya Rêxistina Terorê" û "Endamtiya Rêxistina Çekdarî" 29 kes binçavkiribûn û 25 kes girtibûn. Dozger Murat Çaglak îdîanameya ji 196 rûpelan pêk tê temam kir. Dozger di îdîanameyê de der barê Rojnameger Said Sefa de bi îdîaya "Tundiya cebîr bikar anîye, Hewl daye hikûmeta Komarê ji holê rake û peyvira wê asteng bike" û "Rêveberiya rêxistinê" cezayê muebbeta giran û ji 10 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Ji Atilla Taş jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistina çekdare" jî ji 5 salan heta 10 salan ceza xwest. Der barê 24 jê girtî 27 bersûcên bi navê Abdullah Kılıç, Ahmet Memiş, Ali Akkuş, Atilla Taş, Bayram Kaya, Bulent Ceyhan, Bunyamin Koseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Davut Aydın, Emre Soncan, Gokçe Fırat Çulhaoglu, Habib Guler, Halil İbrahim Balta, Hanım Buşra Erdal, Huseyin Aydın, Muhammed Sait Kuloglu, Muhterem Tanik, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Mutlu Çolgeçen, Oguz Usluer, Seyid Kiliç, Ufuk Şanli, Unal Tanik, Yakup Çetîn û Yetkin Yildiz de jî ji "endamtiya rêxistinê" ji bo her kesekî di navbera 5’10 salan de cezayê girtîgehê xwest.