Rojnameger Abdullah Kaya hat binçavkirin 2017-01-18 14:05:33 AGIRÎ - Nûçegihanê DÎHA’yê ya hatiye girtin ê Giyadînê Abdullah Kaya di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Li navçeya Giyandîna Agiriyê Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi biryarnameya KHK’ê hat girtin Abdullah Kaya di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Di mala ku serê sibê hat dorpêçkirin de 3 saetan lêgerîn hat kirin û piştre polîsan Kaya yê ku hinceta binçavkirina wî ne hat nîşandin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.