Hat îspatkirin ku Amînê bi ceyranê hatiye qetilkirin 2017-01-18 15:27:53 ÊLIH - Daireya Pisporiyê ya Edlî Tipê derbarê qetilkirina Amine Demirtaş de raporek aşkere kir û diyar kir ku Demirtaş bi ceyranê hatiye qetilkirin. Angaştnameya Serdozgeriya Komarê ya Elihê ku derbarê qetilkirina Amine Demirtaş a 17 salî ya ji aliyê kekê xwe ve bi hinceta "şîfreya telefona xwe nedaye" hat qetilkirin amade kir ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê ve hat qebûlkirin. Dê doz 2'ê Adarê de bê dîtin. Li gorî angaştnameyê, di 31'ê Tîrmeha 2016'an de li taxa Huzurê ya Êlihê Amine Demirtaş a 17 salî ji aliyê kekê xwe Kasim Demirtaş (29) ve bi daran lêdan xwar. Dîsa di angaştnameyê de hat zanîn ku kek Demirtaş serî de av rijandiye ser Amineyê û piştî dayîna ceyranê Amineyê jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê kujer Demirtaş hat girtin û bav M. Masum Demirtaş ê hatibû binçavkirin serbest hat berdan. Di dozê de, kek Demirtaş, dê Adalet Demirtaş û bav dê bên darizandin. Hat îspatkirin ku ceyranê dane Amineyê Her wiha ligel gotina "Min du-sê car ceyran da Amineyê" ya kek Demirtaş, Nexweşaneya Dewletê ya Herêmî ya Êlihê di rapora xwe de wekî ceyran nedaya nîşandan. Piştî vê raporê agahî ji Daireya Pisporiyê ya Tipa Edlî hatibû şandin. Daireya di rapora xwe de îspat kir ku ceyran li Amineyê hatiye dayîn.