Qeymeqamê ku pê serbilind bûn hat binçavkirin 2017-01-18 16:02:31 ŞIRNEX - Qeymeqamê Elkê yê berê Kadir Guntepe ji lêpirsîna Cemaeta Fethullah Gulen hat binçavkirin. Derket holê ku Guntepe hesabê By Lock'ê bikar dianî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melih Gokçek di hesabê twîtterê de peyamên "Em bi te rûmetdar in" jêre dişandin. Qeymeqamê berê yê navçeya Elkê ya Şirnexê Kadir Gantepe ku niha Qeymeqamê Navçeya Hammamozu ya Amasyayê ye bi fermana Serdozgerê Komarê yê Tokatê hat binçavkirin. Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsîna Fethullan Gulen de biryara binçavkirina Qeymeqam Guntepe da. Hat diyarkirin ku Qeymeqam bernameya 'ByLock ku ji bo rêxistina dijzagonî tê bikar anin hatiye binçavkirin. Kadir Guntepe ku li Kayseriyê hat binçavkirin, hesabê wî yê medya xistibûn bin şopandinê. DERKET HOLÊ KU BYLOCK BIKAR TÎNE Qeymeqamê Elkê ku niha Qeymeqamê Hamamozu Kadir Guntepe derket holê ku bernameya “ByLock” bikar tîne û dema li Hamamozu peyvir kiriye bi “Îmamê Qeymeqaman ê Amasya H.O. re rû bi rû û bi dehan caran jî bi telefonê axivîye. Guntepe ku berê Qeymeqam bû bi biryarnameya 1'ê Kanûna 2016'an a Rojnameya Fermî hêj dest bi muşawîriya Hiqûqê ya Walîtiya Xerpêtê nekiriye. DI HESABÊN POH û JOH'ê DE BIKAR DIANÎ Derket holê ku Guntepe, li herêmê di pêvajoya şer de bi hesabê "@pohjoh02" yê Twitterê wêne û dîmenên bedenên kesên ji aliyê leşker û polisan ve dihatin kuştin di medyaya civakî de parve dikir. Gelek caran Serokwezîr û Serokomar di daxuyaniyên xwe de diyar kiribû ku bi Guntepe serbilind û bi rûmet in. Guntepe, di hesabê medya de gelek caran peyamên ku heqaret li Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu dikir belav kiribûn. Parlamenteran der barê Guntepe de serlêdana sûc kirinbûn. BI CERDEVANAN RE MÎTÎNG PÊK DIANÎ Dema di 26'ê Îlona 2015’an de piştî şerê di navbera leşker/polîs û PKK'iyan ê nava navçeyê de polîs birîndar bûbûn. Qeymeqam Gundepe ji bo polisên birîndar bang li ambulansê kiribû. Dema ambulans diçû cihê bûyerê ajokarê Ambulansê Şehmuz Dursun rastî êrîşa polîsan hatibû û di rêde jiyana xwe ji dest dabû. Şahidê bûyerê Hurşit Ozkardeşler diyar kiribû ku dema ambulans gihişt nava navçeyê polîsan gulebaran kiribû. Ajokarê ambulansê Dursun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Doktorekî Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê diyar kiribû ku ambulans li ser daxwaza Qeymeqam çûye cihê bûyerê. Guntepe, têkildarî pevçûnên li herêmê bi riya medyaya civakî wekîlên HDP'ê dikir hedef. ŞAREDARÊ ENQERE: EM BI TE SERBILIND IN Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek ku dem dem bi medyaya civakî hesabê tweeterê bi Guntepe re hevdîtin dikir, peyamên wekî "Em bi te rûmetdar in" belav dikir.