Doza Encu hat taloqkirin 2017-01-18 16:59:25 ŞIRNEX - Doza Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu hat taloqkirin. Encu bertek nîşanî biryarê da û got; "Ev biryardayîn asta heyetê derbas dike." Rûniştina doza Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Li salonê Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez, Endama Meclîsa HDP'ê Nûran Îmîr, dayîk, bav û xizmên Encu û parêzerên Encu amade bûn. Piştî xwendina îdeanamayê, parlementer Encu dest bi parastina xwe kir. Encu da zanîn ku li gel ew parlementer e û mafê wî yê destnedayînê hêj berdewam dike û wiha axivî; "Girtina min û hevalên min yên din hemû siyasî ye. Bi girtina me,dest danîn ser vîna gel. Îdeanamaya hatiye amadekirin weke senaryoyekê ye. Dozger li gor ser xwe ez kirine endamê rêxistinê. Ji bilî endamtiya Roboskî-der û parlementeriya HDP'ê ez ne endamê tu rêxistinê me." Encu di berdewema axaftina xwe de got ku ji bo vîna wan li meclîsê neyê temsîlkirin ew dîl hatine girtin û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Jinha bo ku em muxalefetek baş dikin, em hatin girtin. Yên ku bersivê bidin me siyasetmedar in, ne dozger. Dozger di îdeanamayê de gotiye, 'Encu parlementerê HDP'ê yê û HDP jî partiyek bi awayek legal a terorê ye' Ev ji dozger dipirsim ev pênase li gor çi kiriye? Îdeanamaya ku dozger amade kiriye ji destpêkê de pûç e û bê bingeh e. Weke fezlekeyan,îdeanamaya min jî bi lez û bez hatiye amadekirin û armanç tenê girtina min e." Encu bal kişand ser xalên ku pê hatiye girtin û axaftina xwe wiha doamnd; "Di îdeanamayê de axaftina min 28'ê kanûna 2016'an li ber deriyê Walîtiya Şirnex kiriye wek xalek a sedema girtina min hatiye nîşandan. Em malbatên Roboskî her 28'ê mehê li vir daxuyaniyê didin çapemeniyê. Dozger li vir ji bo ku min navê Medenî Yildirim bi lêv kiriye ev wek propagandayê nîşan daye. Dema min ev yek dît, min bawer nekir. Min got ev qas jî nabe. Xwezka dozger di googlê de navê Medenî Yildirim nivîsîba û zanîbûya Ka Medenî Yildirim kî ye?" Encu li ser xalek din a ku pê tê darizandin diyar kir ku yên duh meclîs bombe dikirin û bajar didan ber topan heman kes in û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Dozger çûyîna min an Silopî ku wê demê qedexe hebû weke sûc nîşan daye. Her wiha axaftinên min ên li vir jî weke banga tundiyê hatiye pênasekirin. Li vir min bangek nekiriye. Tenê min hestên gelê Silopî anîne ziman. Di rojên qedexeyê de bi hezaran telefon ji me re dihatin. Gel bê zexîre mabû û ev daxuyaniya me dayî jî ji bo qedexe were rakirin û pêwîstiyên gel werin pêkanîn hat kirin. Dozger di îdeanamayê de gotiye, 'Îro zivistan sibe bihar e ciwanên Botanê' patenta vê hevokê ya KCK'ê ye û ji ber ku Encu bikar aniye propagandaya rêxistinê kiriye. Ez qet naxwazim bersivê an jî parastina vê gumanbariyê bikim." Encu herî dawî got ku ew tu sûcên derbarê wî de tên nîşandan qebûl nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir; " Dozek min din jî heye ku ez bi cezayê giran ê muebetê têm darizandin. Lê di wê buyerê de ez ne li cihê qewmînî bûm û di wê buyerê de tiştek bi tu kesê nehatibû. Yên Roboskî pêk anîne nehatin darizandin lê yên hesabê ji kujerên qelîama Roboskî dipirsin tên darizandin." Piştî Encu parêzerê wî parastin kirin û xwestin Encu were tehliyekirin. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara taloqê da. Rûniştina dozê taloqî 8'ê adarê hat kirin.