25 jinên girtî sewqî Xarpêtê hatin kirin 2017-01-18 17:48:13 AMED - Ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 25 jinên ji doza Sûrê girtî sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatin kirin. Ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 25 jinên girtî ku di dema "qedexeya derketina derve" de li Sûrê asê mabûn û piştî ji navçeyê hatibûn tehliyekirin hatibûn girtin, hatin sewqkirin. Hat destnîşankirin ku di nav jinên sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatin kirin de, Remziye Tosun a tevî keça xwe Beritana 2 salî hatibû girtin jî heye.