Di teqîna li Sûrê de polîsekî din jî jiyana xwe ji dest da 2017-01-18 21:38:55 AMED - Di teqîna 2 roj berê ya li nêzî kampusa Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dema wesayîta zirxî ya polîsan diçû pêk hat de, polîsê bi navê Furkan Demir ê bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Li Sûra Amedê, 2 roj berê li nêzî kampusa Zanîngeha Dîcleyê di dema derbasbûyîna wesayîta zirxî ya polîsan de teqîneke pêk hatibû û polîsê di dema teqînê de bi girîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Polîsê bi navê Furkan Demir ê di dema teqînê de bi awayekî giranî jiw esayîta zirxî ya texrîbbûyî hat derxistin û ji bo tedawiyê ew rakirin nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, jiyana xwe ji dest da. Tevî polîs Demîr hejmara polîsên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 5'an.