Îskeleya înşeatê hilweşiya: Di bin enqazê de karker hene 2017-01-18 22:44:41 NAVENDA NÛÇEYAN -Li Antalyayê, îskeleya înşeata Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê hilweşiya. Di bin enqazê de karker hene. Li Antalyayê, îskeleya hesînî ya înşeata avahiya pêvekî ya Beşa Morfolojiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê hilweşiya. Bi hilweşandinê re, 8 karker di bin hêlanê de man. Ji karkeran 3 jê bi derfetên xwe xelsa bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Gelek polîs, îtfaiye û ekîba 112'an sewqî cihê bûyerê hat kirin. Eîpmanên AFAD'ê ji bo 5 kesên di bin hêlanê de mane xelas bikin, dest bi xebatan kirin. Li gel domandina xebatan, hat diyarkirin ku rewşa 3 karkerên rakirine nexweşxaneyê baş e.