Li qawîşa zarokan a Girtîgeha Edeneyê şewat derket 2017-01-19 02:42:43 EDENE- Li qawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê şewat derket. 6 girtiyên birîndar bûn û di bin tesîra duxanê de man rakirin nexweşxaneyê.  Li qawîşa zarokan a girtîgeha li mewkiya Kurkçulerê ji ber sedemeke nediyar şewat derket û piştî şewatê ekîpmanên îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin mudaxileyî agir kirin. Di şewata ji aliyê ekîpmanên îtfaiyeyê de hat tefandin de li qawîşa zarokan 6 girtî birîndar bûn û di bin tesîra duxanê de man. Girtiyên birîndar rakirin necweşxaneyê. Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş got, sedema şewatê tê lêkolînkirin.