Vê hefteyê jî pirsa windayan kirin 2016-11-19 15:14:41 AMED/ÊLIH - Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan bi silogana “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin ” li Amedê dîsa çalakiya rûniştinê pêk anîn û dîsa xwestin winda bên dîtin. Li Êlihê jî bi hinceta OHAL'ê destûr nedan çalakiya rûniştinê. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 406’an de çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. ÎHD'ê û Xizmên windayan ku her hefte li parka Koşuyolu çalakiya rûniştinê pêk dianî, piştî îhala OHAL'ê û şûnde çalakiya xwên xwe li şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk tînin. Vê hefteyê jî dîsa ji ber xedexeya OHAL'ê çalakiya xwe li salona ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD'ê yên Amedê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bilicî diyar kir ku hêj kujer tên parastin û hêj nehatine cezakirin. Bilicî anî ziman ku heta kujerê windayekî bê ceza bimîne dê têkoşîna xwe berdewam bikin û pêşiya mafê mirovan mernadin. Bîlîcî, bilêv kir ku dayik û parazvanên mafên mirovan pêşiya vê dozê bernadin. ÇÎROKA GULMEZ A 61 SALÎ PARVEKIRIN Endamê ÎHD'ê Hasan Yalçin jî anî ziman ku kalê 61 salî Nazim Gulmez di 15'ê Cotmeha 1994'an de li gundê Taşitli yê navçeya Hozatê ya Dêrsimê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. Yalçin, anî ziman ku Gulmez bavê 9 zarokan bû û wiha got: "Di 13'ê Cotmeha 1994'an de leşkerên Tugaya Bolu gundê Taşitli şewitandin. Leşkeran piştî gund şewitand Gulmez bi zorê ji gund derxistin û kirin rêberê xwe. Leşkeran Gulmez li pêş çavê muxdar û weatiyên gund bi zorê birin û piştre winda kirin. Piştre êdî agahî ji Gulmez nehat girtin. Hevsera Gulmez Garip Gulmez jî anî ziman ku çend roj şûnde çû ji Serbazê Hozatê aqûbeta hevserê xwe pirsî lê serbaz jî gotiye wan hevserê wê serbest berda ye. Gulmez, destîşan kir ku wê serî li hemû deriyan da, lê tu encam negirt. Gulmez, herî dawî da zanîn ku wan di 26'ê Adara 2016'an de doz birhin DMME'ê. WALIYÊ ÊLIHÊ ÇALAKÎ XEDEXE KIR Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û xizmên windayan li Êlihê jî bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" xwestin çalakiya heftane berdewam bikin. Lê Walîtiya Êlihê bi hinceta OHAL'e destûr neda çalakiyê. Rêveberên ÎHD'ê yên Êlihê diyar kirin ku ji bo qedexe bê rakirin dê li dozgeriya komarê gilî bikin.